Yekem festîvala sînemayî ya Co – online bi awayekî online li herêma Kurdistanê birêve diçe.

Hunermend Qadir Çepik wek rêveberê karûbarê festîvalê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Festîvala fîlmî Co – Online yekem festîvala online li herêma Kurdistanê û bi hevbeşî ji aliye hunermendê sînemakar Serkeş Mihemed û malpera hunerî ya Kurdîsînema ve birêve diçe û naha mijûlê amadekariyanin. Ji bo wê jî ji aliyê pêgeha Kurdisinema ve roja 23.04.2020ê pêngava yekem ve dest bi amadekariyan hate kirin.’’

Herwaha got, festîvala sînemaya ‘’Filmê Co – Online’’ hemû beşan de fîlmên ‘’Drama, komedi, romantîk, hestyarî, alozî, dokomanterî, bitirs û hwd’’ hemû fîlman verdigre û li gor yasayên festîvalê sînemakar dikarin di dema şandina fîlmên xwe de pêbend bin bi wan pîvanan ve;

– Divê ew fîlma beşdarî festîvalê dibe, divê beşekî serekî yê fîlmê yan jî fragmana fîlmê li yek ji parçeyên Kurdistanê be, ango divê derhêner xelkê yek ji çar parçeyên Kurdistanê be, an jî aktorê serekî yê fîlmê jî divê ji Kurdistanê be.

– Divê hemû fîlmên beşdarî festîvalê dibin bi formatê Mp4 be û çawanî ango kalîteya herî kêm divê 1080 be. Kurte fîlm divê ji 30 hûrdeman kêmtir be û fîlmên dirêj jî divê zêdetirî 30 hûrdeman be. Roja herî dawiyê ya vergirtina fîlmê jî 20.05.2020 e.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, bername û panelên taybet bi hunermend û sînemakaran bi awayê zindî di rûpela taybet a Kurdisine ya li ser tora civakî ya facebookê dê bê weşandin û encam bên dayîn. Piştre jî hemû çalakiyên festîvalê li website ango pêgeha Kurdisinema de bên danîn. Ji bo hemû hunermendên sînemakarên azîz bikarin fîlmên we binêrin û her yek ji kurte fîlm û fîlmê dirêj kîjan ji wan dibe dikare bê temaşe kirin.

Rêveberê karûbarê festîvala fîlmên Co – online dibêje, ji aliye rêxistvanên festîvalê ve û lijneya dadweran xelata taybet amade kiriye û her yek serkeftiyek dibe xwediyê xelata festîvalê û xelata rêz lê girtinê bo fîlmê herî baş, derhênerê herî baş, senaryoya herî baş, aktorê herî baş, dokomantera herî baş, animasyona herî baş, prodisorê herî baş, Mykep artist yê herî baş, sînematografî herî baş, rêveberê berhemê herî baş, monitorê herî baş, muzika herî baş, layting a herî baş, spêşel efekt a herî baş û deng wergirê herî baş de dibe (Mihemed Dergeleyî-Basnews)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *