Hinek lêkoler dibêjin ku navê wî Haris e, ne Xarîs e, her wiha di der barê jidayikbûna wî de jî sê gotin hene, hinek dibêjin ew sala (1700)Z ji dayik bûye, hinek jî dibêjin ku ew sala (1733)an ji dayik bûye, gotina sêyem dibêje ku ew sala (1758)an ji dayik bûye, lê ev gotina dawî cihê nakokiyê ye, çimkî wekî ku hatiye nivîsîn ku Xarîs sala (1758)an dastana (Leyla û Mecnûn) nivîsiye, îcar nabe ku di heman salê de jî ji dayik bûbe, lê her kes dibêje ku ew li Bedlîsê hatiye dinyê, ji lewera navê wî bûye Xarîsê Bedlîsî.

 Torevanê kurd Xarîs Bedlîsî Ji bilî nivîsa helbestê du dastanên giranbuha nivîsîne, ew jî dastana (Ûsif û Zelîxe) û dastana (Leyla û Mecnûn) in.

Dastana (Ûsif û Zelîxe) berê (Selîm Suleyman) nivîsîbû, lê Xarîs nivîsa wî wergerand zimanê kurdî piştî ku gotinên erebî û farisî ji nav derxistin, û bi zimanekî kurdî yê pir xweş û zelal nivîsiye.

Di sedsala hîjdeh û nozdehan de dastana (Ûsif û Zelîxe) ya Xarîs li dibistanên kurdan dihate xwendin, çimkî zimanê wê pir pak û zelal bû û baş dihate fêmkirin.

Sala (1965)an M.B.Rûdenko destnivîsa (Leyla û Mecnûn) ya Xarîs Bedlîsî çap kiriye, di pêşgotina xwe de dibêje ku Xarîs ev dastan li ser xwesteke keçeke kurd nivîsiye, ku vê keçê ji xarîs xwestiye ku vê dastanê ji farisî wergerîne zimanê kurdî da ku bête fêmkirin, çimkî wê zimanê farisî nizanîbû.

 M.B.Rûdenko diyar nekiriya ka Xarîs dastana (Leyla û Mecnûn) ji kîjan jêderê wergerandiye lê tête diyarkirin ku wî ji nivîsa Nizamî biriye û gelek guhertin tê de kiriye.

Li gorî Ibin Betûta, koçerên kurd ev dastan ji devê ereban girtiye û bi vî awayî di nav wan de belav bûye, û bi zimana kurdî dihate gotin, û ew ji Xarîs re bû bingeh û jêdera nivîsa dastana (Leyla û Mecnûn)

Ji bilî her du dastanan, gelek helbestên Xarîs Bedlîsê hene.

Di der barê koça torevanê hêja Xarîs Bedlîsî de ti agahiyên tekûz nîn in (welat-press)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *