Dibe ku her mirovek li gorî têgihiştina xwe Şano bide nasîn, dibe jî ku hemû pênase rast bin çiku mirov nikare hunerekî gewre weke şano bi hevokekê bide nasîn.

Şano ew hunera efsûndar e, a ku hemû huneran li xwe digire, û di hembêza wê de hemû huner digihêjin hev, di heman demê de taybetmendiyeke xwe heye ku ew hunera DRAMA ye ango li ser kirinê ava dibe çiku peyva DRAMA peyveke Yûnanî ye tê wateya (Ez dikim)

Çawa hunera Şano derkete holê ?

Hunera pêşîn ku mirov ew naskiriye û bi kar anîye reqs û sema bûye, mirovê destpêkî bi wan reqs û semayan xwe nêzî xwedwendan dikir,  û hêleçûna xwe vala dikir, herwiha sema ji bo mirov awayek derberînê bûye .

Em nizanin kengî û li ku derê mirov dest bi semayê kiriye, dibe ku li hezarên deveran be û li her cihê ku mirov lê jiyaye be.

Hêdî hêdî semayê nêzîkahî li şano kir, dema ku mirov kirin (Drama) derbasî reqs û semayên xwe kir, wekî mînak ( reqsa nêçîrê- reqsa baranê-reqsa cengê) û gelek reqsên din ku heya niha li cem gelek êl û gelan peyda dibin .

 Şano yekser ji wan reqs û dîlanên destpêkî hatiye , û hin bi hin reng û şêweya xwe ya taybet û cuda standiye, ango şano di koka xwe de keça reqs û semayê ye.

 

-Şanoya Grîk :

Şano cara pêşîn li nik gelê yûnanistanê peyda bûye di sedsaliya şeşan berî zayînê de, û pirtûka-Aristo-(Hunera helbestê) yekemîn pirtûk di warê rexne, rêgeh û rêbazên hunera şanoyê de hatiye danîn, nemaze  ya ku bi rengekî helbestî hatiye nivîsîn.

Du cûreyên sereke di şanoya Grîkî de derketin, ew jî (Trajîdya û Komîdya) bûn.

 Aristo dibêje :

“Şanoya trajîdîk ji hunera (dîthramb ) ya ku di fîstîvalên diyonosî de bi rengê helbest û stran dihate gotin çêbûye.”

 Efsaneya Yûnanî dibêje ku (Thîsbîs)  Lîstikvanê pêşîn  bûye yê ku rolek sereke di çîroka dîtrampî de dilîst , her ku monolocek straba kewres lê vedigerand.

Di sedsaliya pêncan berî zayînê de şanoya yûnanî gihişte asteke bilind, di vê demê de bêtirî hezar deqên şanoyê hatin danîn, lê mixabin tenê sîh û yek ji wan man û gihiştin nav destên me.

Nivîskarên şanoyê yên bi nav û deng (Esxîlos-Sofoklîs-Yorbîdis) bûn, tiştên hevbeş di navbera şanoyên trajîdîk yên Grîkan de ew bûn ku tev li ser bingeheke helbestî hatibûn avakirin, her wiha axaftin û hevpeyvîn di navbera kesatiyên şanoyê de bi dorê dihatin belavkirin (bêtirî sê kesan bûn), ji alî xwe ve kewres sirûd dûbare dikir, çîrok û mijarên wan tev ji efsane û dastanên kevnare û dîroka gel bûn.

 Şanoyên trajîdîk di ahengên Diyonosî de dihatin pêşkêşkirin û di pêşbirkeke şanoyî de sê şano bo pêşkêşkirinê dihatin helbijardin, ji mercên pêşbirkê divabû mijara şanoyê rexnekirina xwedawendan be.

Di orta sedsaliya pêncan berî zayînê de komîdya jî pêşketineke mezin jiyankir , Aristovanos yek ji komîdîvanên herî bi nav û deng di wê qûnaxê de bûye, bi şanoya xwe ya hêja (beq), vê komîdyayê kesatyên giştî rexne dikir .

Di sedsaliya çaran berî boneya Mesîh de, komîdya cihê tracîdya girt.

Bi rêya rewşenbîriya Hilinistî û Iskenderê mezin şanoya yûnanî li cîhanê belavbûye.

Eger em li avahiya şanogeha Grîkî binerin em dibînin ku hemû şano li ber ba pêşkêş dibûn, asomanê şanoyê grover e, hawîrdorê ji binî ta jor rûniştokên rengê pêpelûkan bûne, li ser girekî, bi şêweyekî nîvgrover bûye, têra ji (15000 heya 20000) bîner dikir, bê pere derbasî şanogehê dibûn, çimkî şano wek dezgeheke giştî ya dewletê yan bajêr bûye û ew alavek ji bo perwerdekirnê, hişyarkirinê û pakkirina sincî û giyanî bûye.

Hemû lîstikvanên şanoyê li cem gelê yûnanistanê cihê rêzgirtinê bûn.

Şanoya Romanî :

Di babelîska sêyan berî boneya Mesih de, şanoya Romanî pêşket, ev şano girêdayî ahengên olî yên ku bi piranî dihatin li dar xistin bûye, û rolek xemrevînî û serşahî jî dilîst.

Komîdya wek şanoyeke gelêrî li Romaya Kevnar  hatibû naskirin , ew ji destpêka babelîska duyan berî boneya Mesîh ve li ser destê (Blotos û Tîrîns) pêşket.

Bandora komîdya Grîkî pir li şanoya Romanî hebûye.

Ji tiracîdyayên ku têne naskirin li cem Romaniyan, di sedsaliya yekemîn berî zayînê de şanoyên (sînîk) bûne, û şanoyên (salon) yên li ser şopa şanoya Grîkî dimeşiyan.

Piştî ketina şaneşahiya Romanî û peydabûna fermandariya dêrê (Xiristanî) şanoya klasîk ya Romanî û Grîkî di çanda rojava de li ser dirêjahiya pênc babelîskan nevedî bûye.

Şanoya klasîk ya nû

Di serdema hişyarbûnê de li Ewropayê, û piştî şoreşa olî ya prostantî bi serokaitya (Martin Lother) ji nû ve şano vejinî û ji şêweya xwe ya olî ya pîroz derket  û derbasî şêweyek jiyanî bûye, wisa şanoger vegeriyan şanoya Yûnanî ,û berê wê dane asoyên nû û fireh, bi demê re gelek rêgeh û dibistanin şanogerî peyda bûn wekî mînak (Romantîkî – Soryalî- Dadayî…û gelek din)

Cardin şanoyê di çanda gelên rojava de cihê xwe girt wek hunerike giranbuha û serbixwe û bi demê re di gelek guhertinan re derbasbûye.

Şano ewe hunera ku xwedî razeyên pîroz e, rola wê ne tenê ramyarî ye ku dikare bîrweriyê di nav civakê de biweşîne, lêbelê di heman demê de jî dikare giyanê mirov pak û ronî bike.

(welat- press) Imran Yûsiv

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *