Pirsa wêje çiye, pirseke gelek kevn e. Di her qirnê de em dikarin bêjin mirovan xwestiye bersivek jê re bibînin. Platon wêjeyê wekî teyîsîn dayê nasîn. Di navbera neynik û wêje de girêdanek çêkiriye. Wêje ew neynika ku jiyan tê de diteyîse ye. Pir hunermendan, wêjevanan , teorîsyenan ew pênase pejirandine. Mînak wêjevanê Marksîst O.V. Plehanaov dibêje wêje û huner neynika jiyanê ne.
Yên ku li hemberî vê nêrîne derketine jî gelek in. Wêje têyisandina tiştên ku hatine jiyankirin nîne. Neynik tiştên hemberê xwe tenê bi awayêkî cemidî diteyêsîne, lê wêje ji bo ku dakeve cewherê jiyanê rastiye hildibijêre. Wê rastiye didahûrîne û nû de teşe dide. Lêwma wêje jiyanê bi wate dike. Niviskar rastiya ku hilbijartiye di cihana xwe ya hundurîn de diguherîne, em dikarin bêjin wê nû de diafirîne.
Wêje jiyanê, tiştên ku hatine jiyankirin dike mijara xwe. Ew taybetmendiya wêje ya herî giring e. Ango çawaniya wêjeyê diyar dike. Çêja wê jî girêdayê kar anînîna nîviskar a ziman e. Ji ber ku wêje hunera ziman e. Ji bo muzisyenan deng, ji bo resaman reng, ji bo peykersazan kevir çi be, ji bo romanusek, helbestvanek, senarîstek jî peyv heman in. Afirandina berhemên xweser, girêdayê hêza nivîskar a karanîna ziman e. Ger nivîskar karibe bi awayekî pirîtiya ziman kar bîne, dikare di dilê civakê de cih bigre. Ya ku deqeke wêjeyî ji deqên dî cûda dike ziman e. Em ji deqek normal fêr dibin, agahiyan digrin, bîra me dewlemend dibe, lê em jê bandor nabin. Zimanê wêje dide jiyankirin. Dide hîs kirin.
Mijar û Rola Wêje:
Pirsa wêje çi ye çawa ku her dem hatiye pirsin û jê re bersiv hatiye gerîn, pirsa mijar û rola wêje çi ye jî her dem bûye mijara nîqaşê. Jê re bersiv hatiye gerîn. Hunermendan, rexnegiran, nîvîskaran xwestine bersiva vê pirsê bidin. Em dikarin bêjin ku mijara wêje de tu sînorên diyar tunene. Lê bi awayekî gelemperî mijara wêje mirov e. Usa ku dema ku em berhemên qirnên kevin binêrin wê rastiye dikarin bibinin. Wekî; ji destanên Homeros, heta helbestên Hesîodos û Sappho, trajediyên Aîskhlyos û Sofokles heta pêkenokên(komedi) Arîstofanes vê rastiye em dikarin bibînin. Di hemû beşên wêje de jî dîsa ya ku derdikeve pêşberî me ev rastiye. Roman, helbest, çîrok, senaryo, beş biguhere jî ya ku naguhere mijara xwe ye. Yanî mirov e. Çavkaniya wêje mirov e. Hest, hizir, keser, çoş, hesret û hemû kirinên mirov wêjeyê xwedî dikin.
Dema em li ser erka wêje bisekinin pêwiste ji mijara wêje qut negrin dest. Cur û mijara wêje çi dibe bila bibe hemû cûrên wêje mirov didin nasîn. Tekîlî û pêvçûna mirov bi mirov re, mirov bi xwe re, bi derdora mirov a xwezayî û civakî re diteyîsîne. Ev erka wêje ya ku naguhere. Şêweyê teyîsînê bigurehere jî ev erk naguhere.
Em çima berhemên wêjeyê dixwînin? Ya ku me bi roman, çîrokan girêdide çîye? Ew hêza ku me dikşîne gerdûna helbestan ji kur tê? Ji ber xwesteka keyfxweşî, xwe mucil kirin, demê xwe xweş derbaz kirine? An ji bo ku em xwe seranseriya jiyana rojane re xilas bikin? Teorîsyenê hunerê Ernest Fîşher wiha dibersivîne van pirsan:
“Bi mîlyonan însan pirtûk dixwînin, muzîk guhdar dikin, diçin şano, sînema. Çima? Ger em bêjin ji bo ku vehesin, kêfxweş bibin, demê xwe derbaz bikin em tenê pirsê sergahe bikin. Çima xwe xistina nava pirsgirek ango jiyana yekî din, xwe di resam, muzisyen, ango lîstokvan de dîtîn bibe cihê kêfxweşî ye? Ger em bêjin ji bo ku jiyana xwe dewlemend bikin, ji jiyana bi tehluke re birevin wê demê pirsên çima jiyana me kêm e, nedewlemend e, çima jiyanên me yên ku nebûne rast em bi dîmenên cûda, bi şêweyên cûda dixwazin bikin rastî, di saloneke tarî de sahneyeke hatiye ronîkirn de em bê nefes bi şanoyek, ango bi operayek re dibin yek? derdikevin pêşberî me.
Dîyare ku mirov dixwaze xwe derbaz bike. Dixwaze bibe mirovê tev(tüm). Dixwaze xwe ji qutqutiya jiyana kes xilas bike. Hewl dide ku derbazê cihaneke hîn dagirtî, hîn bi wate bibe. Ew bêriya ferdiya xwe kirina civakbuyîne dike…”
Wekî Ernest Fîsher jî anîye ser ziman roman, çîrok, helbest, film û lîstokên ku em temaşe dikin, stranên ku em guhdar dikin me ji ferdiyete derdixin dikin civakî. Me bi yên dîtîran re dikin yek. Me ji qalik , qalib û sînorên me yên teng rizgar dikin. Cihana hundurîn yên kesên din ji me re vedike. Cihan û jiyana me dewlemend dike. Me ber bi tev mirov re dibe.
Mirovê tev çiye? Mirovê tev ew kesê/a ku di navberê gerdûna hest û hizrê xwe de hevsengî çêkiriye. Ew ji yek alîbûnê xilas bûye. Dikare xwe têxe şuna yên din, ji yên dinan hes dike û hûrmet nîşan dide. Mirov bi perwerde digihêje mirovê tev. Wêje yek jî bi vê erkê radibe. Yanê bi erka perwerdekirin û guhertina kesayet. Wêje hestan pêşdixîne. Wêje mirovan fêrî hes kirinê dike. Ji dil hişkiye rizgar dike. Hemberê xweşikiyan diçoşîne. Wêje me ji pencên ezezitiya ku tenê dike re xilas dike.
Yên ku ji wêje re derbaz nebûne xeyalê wan nînin ku ew karibin ê xeyrê xwe hîs bikin, ji derd û kulên wan re bibin şîrik, bi wan re bibin hemhal.
Mirov bi mirov dana nasîn, mirov ber bi başî, rastî, xweşikbûyîne birin her tim bûne erkê wêje. Ango wêje her tim bi van erkan rabûye. Vê bi zagona xwe ya “kur bandor kirine” pêk tîne. Belê zagona wêje kur bandor kirine. Ew ji seranseriyê dûr e. Ew dikeve kuraniya hest û hizirê me, me serwext dike.

                                                                            Şeyda Asmîn

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *