Li seranserî cihanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine ((3,000,000) derbaz kir.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johnis Hopkinsê, li seranserê cîhanê (3,017,806) pêketîyên vîrusa Koronayê hene.

Amerîka bi hejmara pêketî û mirîyên vîrusa Koronayê, di nav welatên cîhanê de li rêza yekê ye.

Vîrusa Koronayê li Amerîka ketiye canê pirtir ji (970,000) kes û 55,563 kes kuştine.

Li dû Amerîka, bi (229,442) pêketîyan Îspanya, li dû wê jî bi (199,414) pêketîyan Îtalya tê.

Ew vîrusa di meha berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.

Li Çînê (83,912) pêketîyên vîrusa korona hene û (4637) kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *