Mêrdîn bajarekî Bakurê Kurdistanê ye Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan.
Di dema persan de navê bajêr “Marde” bû. Di dema Bîzansiyan de jî “Mardîa” bû. Ereban jî navê herêmê kiriye “Mardîn” . Suryanîiyan (aramîyan) ji bajêr re gotiye “Marde” (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.
Mêrdînê yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevin, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. “Mîrê Kelahan” hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re.
Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, aramiyan û farisan şerên giran kirine Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine.
Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe rêvebirine..
Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîke. Piraniya gel ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn.
Bajarê ziman û ol û çandên cêwaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di pirograma Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê (Gelawêj)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *