Berpirsê Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî li Herêma Kurdistanê aşkere kir, heta niha Herêma Kurdistanê (17) milyar dînar di rûbirûbûna vîrusa Korona de xerc kiriye.

Berpirsê Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî li Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di rûbirûbûna vîrusa Korona de, heta niha Herêma Kurdistanê (17) milyar dînar xerc kiriye.

Dîndar Zêbarî her wiha got: Di vê heyamê de (100) welatî ji Hindistanê (118) welatî ji Siûdiyê (157) welatî ji Urdinê (107) welatî ji Almanya û (163) welatî ji Brîtaniya bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegeriyane Kurdistanê û hatine kerentîkirin.

Li gorî agahiyên Zêbarî, zêdetir ji (2) hezar kesên ku ji Îranê vegeriyabûn, jî hatin kerentîkirin.

Bi gotina wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê, ji destpêka belavbûna vîrusa Korona ve heta niha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê (159) girtî li Hewlêrê (248) girtî li Silêmaniyê û (319) girtî li Duhokê azad kirine. (Basnews)


Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *