Hin gotinên pêşiyên Kurdan hene ku meriv dersine mezin ji wan werdigire
Ew gotin hertim sufte ne û çu car ji rojeva demê danakevin
Ev e şeş gotin ji wan li jêrê ne: 

SOND PÎNEYA DEREWAN E: Kesê ku hertim sond dixwe, ew bi wan sondan xwe dide dest ku ew derewan dike
Yanena kesê ku rastgo be, pêdiviya sondê nake ku ew sond bixwe

RIYA AQIL LI HER DEVERÊ YEK E: Mejiyê mirovên normal 1300 gram e
Zanîna dinyayê tev têkeve mejiyekî, tenê %17 tije dibe
Ji têgihîştina mejî re, AQIL tê gotin
Bi milyonan aqilên cuda, dema li ser tiştekî radiwestin, tenê riyeke rast û yeke şaş dibînin
Ji wê riyê re RIYA AQIL tê gotin
Îcar çendî ku aqilmend ji hevûdu dûr bin, ji aliyê nijadî û çandî ve ji hevûdu cuda bin jî, riya rast dibînin

KESÊ DEREWÎN CAREKÊ DIXWE FIRAVÎN: Rast e, ku kesê derewîn careke tenê bi serdikeve
Lê belê di vê dema niha de pirî ku teknîk berepêş çûye, fêlbaziyên dek û dolaban jî pir bûne, kesê derewîn jî gelek car firavîn dixwe û kes pê nahise
Berê çavên mirovan bi perde û hîzaran didane girtin, lê niha bi tenkîn û zanistiyê didin girtin

KESÊ NEKE HESÊBA WÊ BIBÎNE ECÊBA: Divê hertim meriv di hesabê xwe de be û bi tevdîr û ra be
Eger meriv ne wisan hişyar û guhdar be, wê bela û siqûmatên mezin werin ser meriv

ÇI TÊ SERÊ QULING JI QÊRÎNA QULING E: Dema meriv karê xwe bi zanîn û têgehiştin bike û bidomîne, kes nikare astengiyan li meriv bike û derî rade
Na, eger meriv wek mesela ”Dizê Dîk” bike, çu karê meriv naghîje serkeftinê
Divê meriv kilîda di destên xwe de nede çavnebar û kulzikan
Hingê meriv bi serdikeve

EZ BI TE, TU BI MIN, EM BI XWEDÊ: Eger ez ji te re rast û dirust bim, eger tu jî bi min re rast û rewa bî, hingê meriv çi karê zehmet bike jî, meriv dê bi serkeve
Ev Gotina Pêşiyan, naveroka ayeteke Qurana pîroz e
Îcar ez nizanim, ev Gotina Pêşiyên Kurdan berî dahatina Quranê jî hebûye, yan piştî dahatina Quranê hatiye gotin? Divê lêkolîn lê bête kirin

RiaTaza: Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *