Wezîrê tenduristiya Kurdistanê ragihand, hêşta wexta wê maye ku Herêma Kurdistanê bi temamî li hember vîrusa Koronayê bi ser bikeve.

Çînê bi rêka konsolxaneya xwe ya Hewlêrê çend pêdiviyên din yên tenduristiyê bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê da Herêma Kurdistanê.

Di dema pêşkêşkirina wan alîkariyan de, wezîrê tenduristiyê dr. Saman Berzencî û konsolê Çînê yê Hewlêrê jî amade bûn.

Dr. Saman Berzencî piştî wergirtina wan alîkariyan, ragihand, ev çaremîn car e konsolxaneya Çînê alîkariyên nojdarî û tenduristiyê pêşkêşî wezareta tenduristiyê dike.

Wezîrê tenduristiyê her wiha got, em heta niha jî li kesên ku gumana wê heye bi vîrusa Koronayê ketibû, digerin. Lê hîn wexta wê nehatiye ku em bi temamî li hember Koronayê bi ser bikevin. Ji ber ku divê em bi temamî piştrast bin ku êdî vîrus li Kurdistanê nemaye. (Basnews)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *