Meryem Xan di sala 1904 an de, li gundekî Dêrgulê hatiye Xwedê dane. Hinek jêder jî diyar dikin û ew jî Nisêbînê ye. Dîsa hin çavkanî didine zanin Meyrem Xan ji malbatekê Botanî ye. Di koşk û seray û dîwanxaneyên malbata wan helbestvan, nivîskar û kilambêjan ciyekî taybetî girtiye. Qîmeta huner û hunermendên dengbêj li cem wan pir zêde bûye. Di sala 1915 an de malbata Meyrem Xan ji Dêrgulê ber bi Sûrî bar dikin. Li Qamişlo bi cî dibin. Li wir bi xortekî mala Bedirxaniyan dizewice, lê jiyana wê û xortê Bedirxanî zêde dewam nake. Piştî demekê wê xwe gihande Mûsilê. Ji wir jî ber bi Baxdayê ve çû û  di mala keça apê xwe Elmas Xan Mihemed(1894 1974) bi cî dibe. Elmas Xan jineka dewlemend welatparêz bû. Deriyê mala xwe ji hemû hunermendên kurd re vekirî hişti bû. Meyrem Xanê ji sala 1935 an heya sala 1974 an tim di Radyoya Kurdî de xebitiyê û di vê navberê de jî stranên xwe li ser qewman tomar kirine. Pêwîste ku bê gotin;  Meyrem Xanê stranên xwe li kompaniyên, bi navê Bizanfûn, Ebokelp û Naîm tomar kirine û ji xwediyê wan pere û xelat jê wergirtine. Di sala 1944 an de Meyrem Xan. Seîd Axa yê Cizîrî. Hesenê Cizîrî, Elmas Xan, Resûlê Gerdî û gelekên din li dora hev kom bûn û jêr çavderiya mamosteyê dengniyas û Pisporên çalakiyên hunerî, yek bi yek ketin azûman deng û stranxwedî ne. Meyrem Xan yekemîn jina kurmance ku dengê xwe li ser qewmanan tomar kiriye. Dibêjin Meyrem Xan di sala 1974 an de, di nexwaşxana Mûsi lê wefat kiriye û li goristana ME ”ROF” ya li Bexdayê hatiye veşart in. Hinek jî dibêjin di sala 1949 an de li Bexdayê wefat kiriye. 
 
Lawikên Meyrem Xanê ku ketine dest kurda ev in:

1- Li xelke tel e , lê li min şêrîn e(Helim)-2- Bavêkoroxlu.-3- Mehmed selîm zavekî taze 4- Wele Domam-5- Gewra min tu nîn e-6- Sîwrê me sîwar bûne-7- Mehmedo ronî -8- Sêvê û Hecî Elî-9-Lê lê Yadê Rebenê-10- Hesaenê osaman11- Elî Delal

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *