Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî ku pendemîya korona ya seranser cîhanê dişopîne îro Çarşemê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li dinê (2,000,000) derbaz kir.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê (2,006,513) pêketîyên vîrusa korona hene û ji wan bi qasî (610,000) kes li Amerîka ne.
Piştî Amerîka, bi (177,633) pêketîyan Îspanya û bi (162,488) pêketîyên din Îtalya tê.
Vîusa korona li Amerîka (26,069) li Îtalya (21,067) û li Îspanya jî (18,579) kes kuştine.
Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.
Li Çînê heta niha (83,355) kes bi vîrusa korona ketine û (3346) kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

VOA

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *