Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan
Ew milet keti bû bin destên miletine din
Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin
Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû
Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya
Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû
Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû
Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin
Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin
Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye
zimanê we heyîna we ye
Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin
Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin
Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû
Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya
Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû
Çira zanînê dora milet bi ronî kir
Milet her tişt dîtin
Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît
Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket
Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû
Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye
Çîrokbêj Çîrokên Kurdmancî: Celadet Alî Bedirxan 
Berhevkirin: Avesta

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *