Yaqûb Kurmanc

Çîroka keçeke kurd ku li gel malbata xwe ji Ûrmiyeyê koçberî Hewlêrê dibin Yaqûb Kurmanc Li Îranê, hikûmeta Pehlewî desthilatdarî dikir, Riza Şahê Pehlewî wekî Ataturk li ser vê yekê bû ku hemû neteweyên ku li Îranê dijîn, hemûyan bi yek ziman û yek ala tevbigerin
Siyaseta bişavtinê li hemberî Kurdan jî da meşandin, lêbelê kurd li dijî wan qanûn û yasayên ku Şahê Ecem saz kiribûn, derkertin, Kurdan li her derê dest bi serhildanê kiribûn, Serhildana Agiriyê û Kurdên Celalî, Komara Kurdistanê bi rêberiya Pêşewa Qazî Mihemed û Serhildana Îsmaîl Axayê Şikak (Simko) û hemû serpêhatiyên ku li Rojhilata Kurdistanê qewimîbûn, hemû bi yek armancê bûn, xwedîderketina ji mafên bingehîn yên Kurdan ku Riza Şah û hevtayên wî dixwestin bi her awayî wan têk bibe
Li her ku dera welêt ku Riza Şah li hemberî Kurdan bi ser diket, Kurd bi darê zorê sirgûn û koçber dikirin, da ku bi derbasbûna demê ew hemû kurd çand û zimanê xwe jibîr bikin û asîmîle bibin
Li serdema Pehlewî bû ku keça kurd Xeyîc (Xetîce, Xeyîce û hin kes dibêjin Leylê) li gel malbata xwe koçberî Hewlêrê bûn, wê demê Hewlêr li jêr dagirkeriya Îngilîzan bû
Bavê Xeyîcê di warê aborî de gelekî hejar bû û carinan gêzikvanî dikir û gelek caran jî bi kirîn û firotina kayê debara jiyana xwe dikir
Xeyîc temenê wê ewqasî dirêj nebû, emir biçûk bû, ew çardeh salî bû
Rojek ji rojan Xeyîc dema hewşa malê ku tijî ka bû, ji kayê paqij dike, di heman demê karwaneke serbazên Îngilîzî li gel serfermandarê xwe li ber mala bavê Xeyîcê re derbas dibin
Bedewiya Xeyîcê bala efserê Îngilîzî dikişîne ser xwe, efser dibe evîndarê Xeyîcê û bi şev û roj di qala Xeyîcê de ye
Efser êdî sebir û hedana wî namîne û di cihê xwe de naqiribe
Piştî çend rojan efserê Îngilîzî bi bejn û baleke xweşik diçe xwazgîniya Xeyîcê
Efserê Îngilîzî bi bavê Xeyîcê re dibêje qesem bi navê Îsa, Mesîh ez bûme evîndarê Xeyîcê û ez ji dil û can wê hez dikim
Bavê Xeyîcê eniya xwe hildicivîne hevdu û bi xwînsarî bi efserî re dibêje, keça xwe nadim kesekî Xiristiyanî, em Misilman in û emê bi vî karî li ba Misilmanan rastî nefretan werin
Efserê Îngilîzî bi lava û tikayê dixwaze nêrîna bavê Xeyîcê biguherîne, lêbelê bavê wê razî nabe
Efserê Îngilîzî dibêje çi dibe bila bibe, tenê Xeyîc
Û ji bo Xeyîcê dînê Îslamê qebûl dike, da ku bavê wê razî be, lêbelê tu tişt çareser nabe
Efserê Îngilîzî bi muxalefeta bavê Xeyîcê pir diqehire û ji bo ku armanca xwe pêk bîne, di nîvê şevê de bi darê zorê Xeyîcê direvîne û riya Ewropayê digirin pêş xwe
Piştî çend salan Xeyîc ji bo ku bavê wê haj ji halê wê û jiyana wê ya şahane hebe, ferman dide ku nîgarkêş nîgarek herî baş ji wê bikişînin û ji bo bavê wê bişînin, da ku ew piştî heyameke dirêj keça xwe bibîne
Bavê Xeyîcê destê xwe li ser nîgara wê digerîne û kelogirî dibe, mîna nîgara Xeyîcê ku ken û girî bi hev re tê de xuya dike
Çîroka bedewbûna keça kafiroş û evîniya efserê Îngilîzî nifş bi nifş di nava Kurdan de belav dibe, bi aweyekî ku nîgara keça kafiroş wekî sembola Evîn û Bedewiyê di gelek mala de hebûye
Nîgara keça kafiroş bi awirekî romantîzm û aşiqane, lê di batiniyê û hindirrîn de tirs û xof, xerîbî û koçberî pir xuya dike! Çavên bi hêsir… Çavek ji bo ku li xerîbiyê de ye giryan e, çavek jî, ji bo welêt ku dagir bûye!
Riataza

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *