Rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê Dr. (Sebah Hewramî) ragihand: (11) pêketyên bi vayrosê Korona li Silêmanîyê baş bûne.

Ev yek di demekê de ye, vê sibê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina (18) pêketiyên nû li bajarê Hewlêrê ragihandibû.

Heta niha li Herêma Kurdistanê ji koma (232) kesên bi vîrusa Korona ketine (85) kes bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê rêkarên tund hatine girtin û qedexeya derketina ji zêdetir ji (20) rojan ve hatiye ragihandin û heta (10)ê Nîsanê jî berdewame.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *