Wezareta Daraîy û Abûrî di hikumeta herêma Kurdistanêda, çewanîya dabeşkirina mûçeyê xanenişînên serbazî û medenî belavkir û dyarkiri ko ew dabeşkirin dê li duyv kujmê mûçeyê wan bît.
Li duyv nwîtirîn xişteyê wezaretê belavkirî, dabeşkirina mûçeyê xanenişînan dê li duyv kojmê mûçeyê wan bît û her rojekê bo pişkeka wan bît, bo nimûne:
Xanenişînên serbazî yên mûçeyê wan dinavbera (200) heta (300) hizar dînaran bît, dê roja dûşembê (6/4) mûçeyên xo wergirin.
Her li duyv wî xiştey, subahî roja doşembê dê dest bi dabeşkirina mûçeyê xanenişînên serbazî hête kirin û heta (9) heyvê dê berdewam bît, herwesa mûçeyê xanenişînên medenî roja (12) heyvê hête destpêkirin û heta roja (16) heyvê dê berdewam bît.