Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina xwe ya îro derbarê nexweşîya Vayrosa Koronaya li Herêma Kurdistanê belavkir û ev jî deqa wê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tendirostîyê:

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de (5,945) hevwelatî bûn di 29 cihên cuda de. Niha tenê 1,496 hevwelatî di kerentînan de man e, (546) li Hewlêr, (139) li Silêmanîyê, (722) li Duhok, (48) li Helebce, (3) li Germîyan û (38) jî li Raperîn. (4,372) hevwelatî ji Kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentîne kirin ku tevaya hejamara wan (35) Hevwelatî bûn.

Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,087) pişkinîn hatin encamadan. (861) li Hewlêrê, (157) li Silêmanîyê û (70) jî li Duhokê.

Di encam de, (14) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

Li Parêzgeha Hewlêrê: (2) Erênî, jineka temen 20 salî û zelamekê temen 25 salî ku berketîyên tûşbûyên berê ne.

Li Parêzgeha Silêmanîyê: (7) erênî, zelamekê temen (37) salî li qeaya Seyîd Sadiq ku ji geştê vegerîya bû û di Kerentîneyê de bû. Zelamekê temen (26) salî li nav bajrê Silêmanîyê û (5) jin temenên wan (57,22, 21, 19, 15) salî li qezaya Çemçemal ku hemû berkevtîyên tûşbûyên berê ne.

Li Parêzgeha Helebce: (5) erênî, zelamekê temen (25) salî û (4) jin temenên wan (53, 35, 28, 25) salî ku tevaya wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne.

Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyab bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (190) kesan, di nav wan de, (2) haletên mirinê hene û (61) nexweş çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo Pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristî, çunku sedema tûşbûna (152) haletan, bi rêjeya 80% ji tevaya tûşbûyên Koronayê bi sedema pabendnebûnê ye bi rênimayîyên tenduristîyê û berkevtîyên hev dû bûne. Lew di dema pêwîst de peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin. (Darka Mazî)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *