Vîrusa koronayê (Covid-19) wekî gelek sektoran bandor li sekrota Hollywoodê jî kir. Hollywoodê ji ber bandora vîrusê fîlmên ku vê havîne dê temam bikira bi paş xistin.

Li gor daxuyaniya Sony Pictures ku roja duşemê belav kir fîlmê nû yê rêzeya “Ghostbusters” (bi “Hayalet Avcilari” wergerandine tirkî) ê bi navê “Ghostbusters: Afterlife” û “Morbius” bi paş ve xistine û ev her du fîlm dê sala 2021’ê de derxin vîzyonê. Li gor bernameyê “Ghostbusters” divê 30’ê tîrmehê, “Morbius” jî dê 31’ê tîrmehê biketa vîzyonê.

Hefteya borî Warner Brosê ragihandibû ku derxistina vîzyonê yê fîlmê wan “Wonder Woman 1984” bi paş ve xistine.

Li Hollywoodê hin fîlmên ku ketina wan a vîzyonê bi paş ve xistine ev in:

– Fîlmê Marvel “Black Widow”

– Fast & Furious 9

– Fîlmê James Bond “No Time to Die”

– “A Quiet Place Part II”

– “Fatherhood”

Her wiha fîlmê Tom Hanks “Greyhound” ku li ser Şerê Cîhanê yê 2’yemîn hatibû kişandin jî hat bi paş ve xistin.

Li Hollywoodê herî zêde havînan fîlm dihatin nîşandayîn û havînan ji wan pereyên zêde dihatin bidest xistin, ev bi paş ve xistin dê derbeyek mezin li hollywoodê bide.

Ji (Euronewsê) hatiye girti

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *