Bandora vîruso koronayê (Covid-19) ya li ser dinyayê her ku diçe girantir dibe. Îro li temamê dinyayê hejmara kesên ji vê vîrusê mirine (40) hezar kesî derbas kir. Beramberî vê (174) hezar kesên bi vê nexweşiyê ketibûn baş bûn.

Li gor agahiyên îro hatin belavkirin li temamê dinyayê niha (820) hezar kes diyar bûne ku bi vê vîrusê ketine.

Heta niha herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber vê vîrusê mirine:  (12 hezar û 428). Li Spanyayê (8) hezar û  (269) kes mirine. DYA ku di rêza sêyemîn de ye li wir  (3) hezar û (402) mirine. Çîn bi (3) hezar û (305) kesî di rêza çaran de ye, paşê  Fransa bi (3) hezar û (24) kesî, Îran bi (2 hezar û 898) Îngilistan bi (1789) û Hollanda jî bi (1039) kesî di rêzê de ye.

Li Tirkiyeyê li gor agahiyên êvara (30)ê mehê (dema ev nûçe hat amadekirin agahiyên (31)ê mehê hê nehatibûn belavkirin) (168) kes mirine.

Vîrusa koronayê bar di meha berfanbarê de li bajarê Wuhan a Çînê derket holê. Paşê li dor (200) welatan belav bû.
Diyarname.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *