Wezareta Tendirustya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ko bi daxuyanya (31) binav kir, amarên nwî yên pêketina bi vayrosa Korona ragehandin ko bi vî awayî ne:

1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5315) kes li (35) cihên cuda bûn. Niha tinê (1248) kes di kerentînê de mane, (299) kes li Hewlêrê, (238) kes li Silêmaniyê, (628) li Duhokê, (30) li Helebce, (35) li Raperînê, (20) li Koyê. (4076) welatî jî piştî mana dû heftîyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xo. Herweha (42) kesên dî jî di (24) demjimêrên bûrî da hatine kerentîkirin.

2- Pişkinîn
Di (24) demjimêrên bûrî da (544) pişkinîn hatin kirin, (396) li Hewlêrê, (92) li Silêmaniyê, (56) li Duhokê.

Derencam (6) pêketiyên nû hatin tomarkirin:

Li parêzgeha Hewlêrê (3) kes in, ko zelamên (34), (35), (54) salî ne, dû ji wan biyanî ne û di kerentînê de bûn û yê din ji Birîtanya vegeriyabû û rûniştvanê nahya (Xilîfan)e.
Li Parêzgeha Silêmaniyê (1) jineke (70) salî ye û rûniştvana qezeya Derbendîxan e.
Li Parêzgeha Duhokê (2) kesin, ko zelamên (19) û (21) salî ne û berketiyên pêketiyên berê yên rûniştvanekî Duhokê û qezaya Amêdiyê ne.

3- Amarên Giştî
Koma giştîya hilgirên vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê (128) kesin, jê (2) haletên mirinê hene û (55) kes jî bi temamî baş bûne û yên dî di bin çavdêriya tenduristiyê dane.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xo dernekevin derve, pabendî  rênimayên tendirustîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *