Hunermendê nemir (Hesen Zîrek) ku li dû xwe gelek stran ji bo pêşxistina huner û muzîka Kurdî hiştine ev bû 43 sal ku koça xwe ya dawîn kiriye. Zîrek heta dawiya emrê xwe ji bo muzîka Kurdî xebitiye.

Hunermendê nemir (Hesen Zîrek) di sala (1921)an de li bajarê (Bokan)ê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Her di ciwaniya xwe de wekî stranbêjekî dest bi gotina stranan kiriye lê belê ji ber mirina bavê xwe mecbûr dimîne ku bar û piştiyê malbata xwe ango debara malbata xwe bide sermilên xwe û dev ji stranbêjiyê berdide.

Ji bo kar û xebatê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê digere ku li ku derê mabe dem zêde bi ser de neçûye nav û dengê wî belav bûye. Her çend nêrîn û dîtinên cuda li ser jiyana wî hene jî mirov dikare bi vî awayî kurteyekê ji jiyana wî pêşkeş bike; (Hesen Zîrek) di (12) saliya xwe da (Bokan)ê bi cih dihêle û diçe bajarê (Seqizê).

Di (15) saliya xwe de dîsa vedigere (Bokan)ê lê pir li wir namîne û ji bo karekî peyde bike diçe bajarên (Tewrêz) û (Tahran)ê. Piştre jî diçe başûrê Kurdistanê û li bajarê (Silêmaniy)ê li taxa Dergezên bi cih û war dibe. Her wiha demekê jî dibe mêvanê (Kerkûk)ê û di dawiyê de di sala (1953)yan de diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar ên kurdî ligel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd dike.

Di radyoyada dengekî zîrek

Di (14)ê meha tebaxa (1959)an de li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tahranê vedigere (Îran)ê û ligel orkestrayên cur bi cur li Tahranê kar û xebatên muzîka Kurdî dike. Her wiha carnan li Radyoya Tewrêzê li Azerbeycanê stran gotine. Dûre di sala (1960)î de diçe Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî ligel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin ê Kurd (Mucteba Mîrzade) qeyd dike ku nav û dengê hunera (Hesen Zîrek) zêdetir ji ber vê yekê belav dibe, lewre ew stranên ku li wir kom kirine wekî şakarên hunera wî têne zanîn.

Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê kurmanciya jêrîn ango soranî gotine lê carinan bi zaravayên din ên zimanê Kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê Farisî û Tirkî jî stran gotine û heta radeyekê zimanê Erebî jî zanibûye.

Jiyaneke nexweş derbas dikin

Di havîna sala (1968)an de li nêzîkî bajarê Baneyê li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabieyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî qise dikim.”

Ji ber hin sedeman (Hesen Zîrek) li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrîşên polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje:”Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Doktor ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî penceşêra kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.”

Bi sedan stran qeyd kirin

Di albûma yekem ya Hesen Zîrek bi navê “Ser Kanî” de komek ji stranên wî yên ku dema li Radyoya Bexdayê û li Radyoya Tahran û Kirmaşanê hatine komkirin cih digirin.

Hesen Zîrek (26)ê hezîrana (1972)yan de di (51) saliya xwe da li bajarê (Bokan)ê xatir ji mirov û dilxwazên xwe dixwaze û diçe ser dilovaniya xwe. Ew li dû xwe arşîveke hunerî ji bo neteweyê xwe dihêle ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera xwerû û resen ya Kurdî. (Hesen Zîrek) stranbêjê herî xebatkar ê Kurdan e ku bi sedan stran li radyo û televîzyonan xistine bin qeydê.

Niha piraniya berhemên (Hesen Zîrek) di arşîva enstîtuyên Kurdî û yên Ereb û Farsan de hatine hilanîn. Stranên Zîrek yên li enstîtuyên Kurdî benda rêzealbumê ne. Hunermendê Zîrek li dû xwe komeke stranên ku nayê jibîrkirin hiştin û ji vê dinyayê koç kir. Li ser xwesta wî li ser kêlebera wî ev kurte helbest hat nivîsandin.

Daxwaza Zîrek

Hunermendê nemir berî biçe ser dilovaniya xwe xwestibû ku wî Çiyayê Naleşikên veşêrin. Li ser kêla li ser sîngê wî wiha were nivîsandin:
“Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû.”

Ramazan Olçen/ Amed-Kurdpa

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *