Merheba ji we re gelî xwîneran. Em ê îro behsa zarokan bikin. Kurd hem di jînê hem jî di mirinê de rol û cihekî taybet didin zarokan. Gotinên wekî “mala zar tê de tune bin milyaket xwe nadinê” yan jî “dema zarên piçûk dimrin dibin kew (kevok) diçin cinet ê”. Tiştêkî wiha jî heye ku dijî van kirin û gotinan,ew jî ev e; hê jî li hinek deveran jin û mêr nikarin li cem  xwesî,xezûr,dê û bavê xwe bi zarokên xwe re şa bin. Bidî mezina ji zaran re şabûnê şerm dikin.   Belê ji di jiyana kurdan de rola zarokan bêhtir emê li ser “di wêjeya kurdan de rola zarokan” bisekinin.

Zarokên kurdan, bi dehan salan di hembêza zimanê xwe yê qedexebûyî de mezin bûn. Lê wan sînor nasnekirin. Her çiqas  ketin li ber pencikên derba dagirkeran jî,dîsa zimanê xwe livandin û bûn afirînerên cureyekî wêjeyê. Bi rastî jî dema ku min biryar da ku ez binivîsim,min careke din dîsa xwest hîn bim; ka gelo zarên emrê wan ji min piçûktir ji dû me re tiştek afirandin yan na? Û min dît ku zarokên me her çiqas bûbin jar û bendeyê vê pergalê jî,çalak û jîr in. Meqset û daxwaza wan her çiqas bi hişmendiyeke berfirehkirin û lêzêdekirina çanda kurdî nebe jî,ji bo wêje û çanda me zehf girîng e.  Belê dixwazim çend hew mînakan dest pê kim û bidomînim. Ew ên ku niha ji me mezintir-zarokên dema pêşiya me- bi navê jin û mêran bi awayekî kafiye ev mînak derxistine meydanê;
Tase To
Elo Fato
Tase Herî
Hedya Behrî
Tirr fis
Rihan Ûnis
Beqa Avis
Belqîza Xalis.

Belêev ên ji me mezintir derxistine holê. Ev jin û mêr yên ku bi hev re zewicîne.
Mînak;
Makîne
Miheme Sakîne.
Miheme û Sakîne mêr û jinê hevdu ne. Bi hev re zewicîne.

Di hinek mînakan de em dibînin ku navê gund û merivekî ve jî ev cure hatiye afirandin.
Mînak;
Avamesya
dêlika belek pê hisiya
Derdê min yek bû, bû sis(i)ya
Avdelîk
Tirra dîk
Golesor
Silla sor

Avamesya gundê min e û Avdelîk û Golesor jî gundên cînar in.

Mînakên bi navan ve li hevanîne;
Gulê Gulê Gulistan xwazila bibûya zivistan,
Îsa Mûsa hevxista
Min xwe ra gulê bixwasta.
Ewbekir (Ebûbekir)Kirtke şekir
Dewata xwe kir,Gazî min nekir.

Li ser navê Gulê û Ewbekir hatine afirandin. Mînakeke balkêş jî ev e ku li ser Silêmanê du nukil hatiye gotin.
Silêmanê du nukil
Çû Bayîzdê virek kir
Hat orta du gunda tirek kir.*

Ev her sê mînakên li jor (Ewbekir,Gulê,Silêmanê du nukil) dibe ku bi hinek waryantên xwe li hinek deveran hebin, lewra ev nav bi awayekî berfireh belav in.

Piştî ku em dîna xwe didin zarokên niha, em dibînin ku peyv heyama me temsîl dikin. Her çiqas gelek mînak ji bo bi awayekî kafiye werin berhev hatibin afirandin jî em bandora jiyana rojane û pergalê li ser mînakên teze dibînin. Dixwazim rastiyekî jî bibêjim,ez nizanim ev çi cure ye. Min pirtûkên di derbarê folklorê de jî ev mînak nedîtîne. Lê min ev ji nivîskar û berhevkar Nîhat Oner pirsî, wî got ev “zûgotinok” in. Dibe ku ji van mînak û ji vî cureyî di nava gelê me de li hinek deveran hebe. Lê ku tune be ez dixwazim li we bidim nasîn. Da ku em bibînin vî gelî bi hezar salan li hember zilm û zordestiyan,bi zar û zêç û bi kal û pîr,bi dengbêj û çîrokbêjên xwe ve çawa ev ziman û wêje parastine. Berî ku bikevim mînakên teze hatine afirandin,ji bo ku zarokên me zimanê xelqê re nebin xulam û xizmetkar û zimanê xwe ji bîr nekin ez ji we tika dikim girîngî û qîmeta herî zêde bidin zimanê xwe.

Ezê çend mînakan jî ji dema zaroktiya xwe bidim,yanî salên 90’î. Ew ên ku li berî salên 90’î ji dayik bûne yanî salên ‘80,70,60 û hwd bûne van gotinên ku salên 90’î de hatine afirandin nizanin. Yanî piştî ku hate afirandin,ew hîn bûn. Û dema em mînakên salên 2000’î û vir de bidin,di wir de jî yên berî 2000’î kes nizane,paşê hîn dibin. Ji ber ku wan ew neafirandiye,zarokên wê demê kî bin wan afirandine û mezin ji wan zarokên wê demê dibihîzin û hîn dibin.

Çend mînak;
Dolaba Gul
Heqî Bîrgul
Ava çem kaniya
Xiyasedîn Namiya
Simlê cê (simbilê ceh)
Xidir Xecê

Ev hersê mînak jî bi navê jin û mêrên hev in.

Pirûze
Derpê xwe bixe bimîze
Perîşan
Gilik nîşan

Ev herdu mînak jî bi navê du jinan in.

Mînakên salên 2000’î û vir de.

Nonê qatme
Tajdîn Fatme
Du kîlo bîber
Seytxan Dîlber
Yek du sê
Tajdîn kete hepsê.
Ga yê Ûso
Mito Mûso.*

Ev mînakana ji aliyê zarokên ji salê 2000 û vir ve hene hatine afirandin. Di mînaka dawiyê de (*) em cudahiyekî dibînin “Ûso” kurê Mito û Mûso ye. Mînakên din gişk navên jin û mêrên hev in lê di vê mînakê de navê zarê wan jî tê de ye. Bi biryara lêkolîna vê mijarê ve ez van tiştan hînbûm. Ji ber ku dema zarokên kurdan mezin dibin yan diçin dixwînin yan jî diçin li bajarên dûr dixebitin,ji civak û çanda xwe dûr dikevin. Ez jî ji wan zarokan yek im. Ew zarokên ku gund de dimînin van gotina diafirînin û dibin mînak ji yên ku li paş wan tên re. Bi hêviya ku zarokên kurdan temendirêj û emrekî salih bijîn, zimanê kurdî jî her û her zindî û berhemdar be.

Firat Keklîk-Dîyarname

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *