Di nava xelkêda ya berbelave ko Zêde xwarina şirnahîyan, dibît egerê tuşbûnê bi nexoşya şekirê, lê ev hizre xeletin, çinku egerê vê nexoşyê di zivrîteve bo lawazbûna rolê hormunê (Ensolîn)ê eva li Penkiryasêda dihête çêkirin, ko ya berpirse ji pirosêsa kuntirulkirina şekirê di xwînêda.
Giringe to bizanî ko bikar´înana şekirê ne diroskerê nexoşîya şekirêye. Her çende şirînahî dihête hejmartin wek hokarek bo qelewyê û zêdebûna kêşa leşî, ev çende anku qelewî fakterekê here giringe bo dirustbûna nexoşîya şekirê, anku xwarina şirînahyan rastewxo şekirê çênaket, belê bo wan nexoşên şekir hey, dê nîşanên nexoşyê zêdetir lêket û serbarikan (مضاعفات) dirust ken, ji ber hindê nexoşên tuşbûy divêt xo biparêzin ji zêde xwarina şirînahîyan.
Herwesa xwarina zêde ya şirînahîyan, gelek arîşên dîtir jî hene weku: têkdana saxlemya didana û lawazkirina dîtina çavan û qelewî.

Diktur/ Ednan Salih Akrey.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *