Tu dê vê alemê hêlî
Wekî li qebrî vedan kêlî
Te jî barkir wekî ‘êlî
Liber germê û sermayê
Evî halî evî mulkî
Evî tiştî evî cilkî
Evî rengî evî xulkî
Tu dê hêlî li mer’ayê
Nezer ken bab û bapîra
Milok û hakim û mîra
Hemû razan binê bîra
Mirin xurt e çewa şiyayê
Mirin xurte çi sultan e
Ku celada me hemiyan e
Me bes e ev rih u man e
Liser vê pîrezerqa yê
Linav çalan mehîn hestî
Li dor kirman sefa bestî
Kesê tiştek nema destî
Xudanêt bejin û balayê
Xudanêt gerden û xala
Cemal û mulket û mala
Hemî jê derketin vala
Xuzîka ehlê merzayê
#Ehmedê_Nalbend (Muxlis)
#Wêjeya_Kurmancî