Evro roja dûşembê jineka temen (43) salya Eimrîkî bi navê (Cênifer Halêr) li bajêrê (Syatêlî)yê Eimrîka, êkem taqîkirina vaksînê Korona li ser encamda.
Biryare heman taqîkirin li ser (44) xobexşên dîtr jî encambiden.
Cênîfer, piştî ko derzya vaksînê bo danay gutî: em hemî hest bi bêçareyê dikeyn, eve derfeteka zêrîne bo min, bo hindê bişêm karekê mezin bikek.
gutjî, hesteka xoşyê heye, ko bûyme êkem kes ko vaksîn li ser dihête taqîkirin.
Antonî Fasî li damezraweya niştîmanya tendirustya Eimrîka bas li wê çendê kir, ko eger encamê vekolînê bi başî rêveçû, (12) bo (18) heyv pêdivîne heta bi berfirehî mifa jê dihête dîtin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *