Helbestvanê Mezin
Melayê Cizîrî (1568 _ 1740)
Melayê Cizîrî navdartirîn helbestvanê kurde, helbestên wî ciwan, rewan, sivik û kûrwatene.
Dîwana wî ya ko ji (125) helbestan pêk dihêt li bal me kurdan wek pertûkeke pîroz têt qebûlkirin. Ev dîwana wî bi sedan salan li seranserî mizgeftên kurdistanê dihate xwendin, bi hezaran feqe û melayan helbestên wî ji ber dikirin, ev dîwana Melayê Cizîrî gelek caran li kurdistanê û dervey kurdistanê hatîye çapkirin û gelek vekolînên zanistî û akademîk li ser hatine kirin.
Melayê Cizîrî ji bilî ku helbestvanekî navdar bû, zanayekê serdemê xwe jî bûye, ji bilî zimanê xwe yê kudî, wî bi erebî û farisî jî baş dizanî.
Navê wî şêx Ehmedê kurê şêx Mihemedê Cizîrî bû, li Cizîra botan ji dayik bûye, wek zarokên serdema xwe li mizgeft û dibistanên ayînî dest bi xwendinê kirîye, her li Cizîrê jî çûye ber dilovanîya Xwedê û limizgefta sor hatîye veşartin, Gora wî heta îro jî wek ziyaretgehekê ye, xelk bi berdewamî diçin tewafa wî.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *