Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê “Hînker”ek din derket lê vê carê bi soranî.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo hînkirina zimanê kurdî (kurmancî) çend set bi navê “Hînker” wekî pirtûk derxisibûn, niha yeka din li wan zêde bû. Lê vê carê ne bi kurmancî bi soranî derket. Ji bo yên bixwazin hînê soranîn ev Hînker dê bibe çavkaniya sereke.

Ev Hînkera navê “Hînker, Kurdiya Navendî (Soranî)” lê kirine  ji aliyê Dr. Hewa S. Khalid ve hatiye amadekirin. Pirtûk bi zaravayê soranî, bi tîpên erebî hatiye amadekirin û di destpêka pirtûkê de alfabeya erebî hatiye pêşkêşkirin ku ji bo hînbûnê latîniya wê jî heye.

Hînker beş bi beş e û li Bakur wekî yekem pirtûkek bi vî rengî ye ku hatiye weşandin.

Ev “Hînker” ji bo asta yekemîn hatiye amadekirin û dê astên din jî bên. Ligel pirtûkê ji bo hînkirinê xurtir bike DVD’yek jî hatiye amadekirin û ligel wê tê belavkirin.

Diyarname.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *