Wezareta saxlemya Îraqê ragehand, heta nuke (15) tuşbûyên koronayê çêbûne û vegeryane malên xo.
Evro (10 Adara 2020) wezareta saxlemya Îraqê di beyannameyekêda ragehand: (7) tûşbûyên koronayê li bajêrê Kerix û (4) kesên di li Resafe, ji vayrosê korona çêbûne.
Herwesa dyarkiri ko (4) kesên di li bajêrê kerkukê bi temamî çêbûne û vegeryane malên xo.
Behsa wê çendê ji kir, dezgehên saxlemya Îraqê bi temametî pêgîrin bi rênmayên rêkxirawa tendirostya cîhanî û bi berdewamî çavdêrya rewşa tuşbûyan diken.