UNESCO da zanîn ku îro li seranserê dinê nêzîkî (300) mîlyon xwendekarên welatên curbicur ji xwendinê dûr mane jiber ku karbidestan jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona dibistan girtine.

Rêvebira Giştî ya UNESCO (Audrey Azoulay) da zanîn ku rêjeya astengbûna perwerdê ya li seranserê dinê ti car nehatiye dîtin û ger wija bidome mafê perwerdê dikeve bin xeterê.

UNESCO da zanîn ku got neh dewletên din dibistanên herêmî girtine. Heke ew devleten jî di seranserê welatê xwe dibistanan bigirin, hingê 180 mîlyon xwendekarên din dê ji xwendinê dûr bimînin.

Îtalya heta (15)ê Adarê hemî dibistan û zanîngeh daxistin û bi mebesta rêgirtina belavbûna vîrusê girîngî dide perwerdeya ser înternetê.

Hefteyek berê tenê li (Çîn)ê ku vîrusa korona ji wê derê derketibû, daxistina dibistanan qedexe bûn ew jî nîşan dide ku vîrus çawa bi awayek lezgînî li cîhanê belav dibe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku vîrusa korona ji Çînê belav bibû û aniha giheştiye (80) welatan û heta niha (95.000) hatine bi vîrusê ketine û pirtir ji (3000) kes hatine kuştin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *