Pazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Hewlêrê ji ber nexweşiya Koronayê hat paşxistin.
Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj tedbîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê tundtir û zêdetir dibin.
Rêveberiya pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ragihandiye, di çarçoveya tedbîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê de, biryar hat dayîn pazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Hewlêrê were paşxistin.
Di daxuyaniya rêveberiya pêşangehê de ji tevahiya xwedan dezgehên çap û weşan, rewşenbîr û pirtûkxwanan lêborîn hatiye xwastin û hatiye gotin, tevahiya wan tedbîran bo parastina tenduristiya civakê û welatiyan e. Ewê di demek nêzîk de pêşangehê vekin.
Biryar bû pazdehemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Hewlêrê hefteya bê were vekirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *