1-Pexşane: bi latînî di bêjinê (Prasa – پرۆزا) anku axiftina bi livîna azad, pexşan êk ji dû rêyên bingehîn ji bo rêkxistina peyva hunerîye, hemu berhemên edebî ko ne bi şi´rî hatine nivîsandin, ji wan re tê gutin pexşane, anku bê rîtmaye û ji pîverên kêşesazî azade.
2-Têralogya: ji dû bêje yên (Ywnanî-tetra چوار/ Logos-بێژە) hatye, ew berhema nivîserekê ko ji çiwar pertûkên yek hizirê, ko qehreman jî hevpehirin, lê ne yek navin.
3-Dyalog: bêjeyeke yunanye ji (Dialogos) hatye û wateya axiftina dû kesan pêkve disitîne, bi wateya xwy ya giştî, ew axiftina ko dijberî têde heye û rewiştek sereke ji edeba diramîye (Şanoye) û rola xo ya giring di edeba êposî (Destanî) de heye.
4- Rîtim: ji bêjeya yunanî (Rhythmos) hatye û bi wateya pîverê dihêt, bi awayekê peryadîk, dûbarekirina dengên wek hev û elementên sinteksî di axivtina şi´rîde û tertîbkirina wan ya dengîdayînê.
5- Fantastîka: ji bêjeya yunanî (Phautastike) hatye û bi wateya hunerya wênkêşyê dihêt, rengeke ji pexşana hunerîye ko li ser bingehê kesatya nemunay hatye hunandin û pila hoyê (mercyê) têda bilinde, ew bi mebest destdirêjya pîver, pêwendyên mentiqî û runiştinên ryalî dike û li ser bingehê aşopê, ew cîhana seyr ava dike.
Jêder: ferhenga têrmên wêjey
Latînî kirin: XEDENG