Piştî hêrişên artêşa suryayê û kuştina bi dehan leşkerên turkya, evro bihayê lîreyê turkya di bazarên diravanda daketye û di (17) mehên derbazbûyda kêmtirîn asit tumarkirye.
Ajansên nûçegehanî belavkir, evro roja eynî di dema vekirna bazarên diravanda, bihayê yek dularê emrîkî li beramberî (6,2475) lîreyan bûye, ko berî vê hêrişê bi (6,2080) bûye, lîreyê turkî (0.65) bihayê xo jidestdaye û di (17) mehên derbazbûyda kêmtirîn ast tumarkirye.
Bursa wî welatî jî rêkarên rêgirtin ji daketinê zêdekirne û bihayê lîreyekê firotî di pişka bankêda bi awayekê aşkira bo dema yek roj hate girtin.