Husein Muhammed
Zimanê kurdî xwedî du alfabeyên standard yên di rewacê de ye: kurdî-latînî û kurdî erebî.
Ji bilî van herdu alfabeyan, demeke dirêj herwiha bi alfabeya kurdî-krîlî jî (wek alfabeya zimanê rûsî) hatiye nivîsîn lê niha ev alfabe ji rewacê ketiye.
Alfabeya kurdî-latînî li hemû welatên kurdyaxiv li kar e. Li Bakurê Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê ew tekane alfabe ye ku kurd pê dinivîsin. Li welatên Sovyeta berê jî êdî bo nivîsîna kurdî tenê ew alfabe li kar e. Li Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê herdu alfabeyên kurdî-erebî û kurdî-latînî li kar in lê li van herdu beşên Kurdistanê alfabeya kurdî-erebî serdest e. Li Başûrê Kurdistanê kitêb û rojnameyên kurmancî (behdînî) jî bi piranî bi alfabeya kurdî-erebî tên nivîsîn lê malper bi piranî bi alfabeya kurdî-latînî ne. Li Rojhilata Kurdistanê û li Xorasanê kurmancî bi alfabeya kurdî-latînî tên nivîsîn, soranî teqrîben bi temamî bi alfabeya kurdî-erebî û kurdiya başûrî (ku mixabin kêm tê nivîsîn) carinan bi alfabeya kurdî-erebî û carinan jî bi alfabeya kurdî-latînî tê nivîsîn.
Ev rêbername alfabeya kurdî-erebî hînî xwandevanên alfabeya kurdî-latînî dike.
Hin caran navê ”alfabeya aramî” li alfabeya kurdî-erebî tê kirin lê ew tenê propaganda ye: alfabeya kurdî-erebî ji bilî (5-6) herfan bi temamî wek ya erebî ye lê pir ji alfabeya aramî cuda ye: