Evro roja dûşembê rêkevtî (24/2/2020) bi amadebûna harîkarê serokê zanîngeha zaxo diktur (Karwan Fehmî Samî) û ragirê fakultya zanistên mirovayetî diktur (Hugir Tahir Tewfiq) û qutabî û mamustayên zanîngehê û dezgehên ragehandinê, serokatya pişka zimanê kurdî bi hevkarî digel malperê (XEDENG) yê reuşenbîrî rabûn bi saxkirna roja cîhanîya zimanê daykê.

Destpêka vî rêwresmî peyva bi xêrhatinê hate pêşkêşkirin û deqeka rêzgirtinê bo gyanê pakê şehîdên kurd û kurdistanê, paşan peyva serokê pişka zimanê kurdî hate xwandin û birge û simînarên coda coda hatine pêşkêşkirin.

Li dumahîhê parce huzanek ji layê huzanvanê mezin (Abdul´eziz Silêman) hate xwandin bo amadebûyan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *