Evro roja êkşembî rêkevtî (16/2/2020) bi amadebûna serokê zanîngeha zaxo berêz pirofîsor diktur (Lezgîn Abdî Cemîl) û harîkarên serokê zanîngehê û mamusta û qotabîyên zanîngehê û kesayetîyên deverê û dezgehên ragehandinê, êkem pêşangeha salane ya perûkan li zanîngeha zaxo hate vekirin.

Di daxwyanîyekê da bo malperê (Xedeng) serokê zanîngeha zaxo got: pertûk jêderê serekîyê zanîn û rewşenbîrîya gelane, me jîk wekî zanîngeha zaxo bi fer dît em pertûkên vî serdemî nîşa qutabî û mamustayên xwe bideyn, herwesa ew yeke jîk da dîyarkirin ko zanîngeha zaxo her sal pêşangehên bi evî away vediket, lê di ev sale da plana me mezintir boye me wekî zanîngeh tirombêlên taybet ji bo xelkê deverê amadekirîne bo hindê ew seredana vê pêşangehê biken, herwesa me rêveberên qutabxaneyê amadey ji agehdar kirîne ko ew qutabîyên xo bînine seredana vê pêşangehê û zanîngehê bibînn.

Harîkarê serokê zanîngehê bo karubarên xwandina bilind, pirofîsorê harîkar diktur (Yasîn Teha Mustefa) got: vekirna van core pêşangehên bi evî şêwey giringîyeka zor heye bo qutabîyan û xelkê bi giştî, herwesa daxwaz kir ko hemî qutabî ji hemî fakoltîyan bla seredana pêşangehê biken, da mifayekê bo xo jê werbigrn.

Ragirê fakoltîya zanistên mirovayetî berêz pirofîsorê harîkar diktur (Hogir Tahir) got: her sal li zanîngeha zaxo pêşangehên coda coda li fakoltîyên zanîngehê di hatine vekirîn, lê belê di ev sale da me brîyar da, ko li hemî zanîngehê em pêşangeheka mezin vekeyn bi navê (Êkem pêşangeha pertûkan li zanîngeha zaxo) û pertûk bi hemî babetan (zanist, rewşenbîrî, wêje, aynî, sîyasî) lê hebin, herwesa da dîyarkirin ko pertûkên vê pêşangehê ji bajêrên (Hewlêr, Silêmanî, Dihok) û serenserî kurdistanê ne.

Secad Akrem, nînerê çapxaneya (Dar Allrafîdeyn) got: em bejdarî vê pêşangehê bûyne, ji bo hindê em mifayekê bigehînine qutabîyan, em bejdary gelek pêşangehan bûyne, belê wek em dibînn li evê pêşangehê hijmareka zora qutabîyan berê xwe didin kirîna pertûkan û pêşwazîyeka gerim heye li vêrê.

Di evê pêşangehêda nêzîk (8) pertŭkxane û (3) çapxaneyan bejdarbûn.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *