Car şev bû û car tarîtî bû Riyên ku tê de dimeşiyam
Ez û peyariyên wê rê bi hev re bûbûn heval
Sermaya bayê kur ser çavên min radimûsa
Dil şikestî, xeyal têkçûyî û raman qerisandî bûn
Kî bûm? Çima dimeşiyam? Çima ez bûbûm ez nediyar bûn
Bi tenê riya ku dimeşiyam, peyariyên ku bi min re hevaltî û dertkeşî dikirin
Û bayê ku bi hemî hişkiya xwe li ser çavên min dixist û dagir dikirin diyar bûn
Lê ez çima ez bûm ne diyar bû
Pirs û raman bûbû bîrek bêbinî û tarî
Diyariyek bû ev bêdiyarî ji min re
Yan jî cezayek bû nediyar bû,
Lê tarîtî teqez bû û dagir dikir ser her tiştî
Ma fîlozofên navdar ên hebûngeriyê jî negotibûn ku jiyan tarî ye, em ji di vê tarîtiyê de xalek in
Di tarîtiyê de xalek bûn nediyar bûn bû
Lê diyarî bû cezayek bû, ev xalek bûn nediyar bû….
Ehmed Yaşar