Dixwazim ey dilo jaro biçakî
Herî mîrên welatê me tu rakî
Bibêje ey şehîdên dîn u milet
Bese rabn,sere roja me derket
Beg u axa jiwe îro digazin
Bese rabin wekî mêran merazin
Dilo jar ji xalid beg re bêje
Bi serbestî tu yek noqtê brêje
Bi bêje xalido rabe derenge
Hemî kurdan bi hevra daye denge
Ceger xwîn