Li welatê (Almanyayê) ji bo piştgîrîya Rojavayê Kurdistanê konsêrteke mezin dê hête lidarxistin. Konsêrt dê li bajêrê (Leverkusenê) hête sazkirin û hunermend ji (4) perçeyên Kurdistanê têde beşdar dibin. Konsêrt roja (8ê) vê mehê li ěk ji mezintirîn holên konsertan li (Ostermann Arena) û bi dirûşmê Hunermendên Kurd ji bo Aştiyê dbêjin dê hête lidarxistin. Derbarey konsêrtê, hunermend (Xelîl Xemgîn) got, (13) kes dê beşdarî konsêrtê bin û bernameyê pêşkêş kin û di navbera (60) heta (100) hunermendên Kurd jî dê beşdarî bernameyê konsêrtê bin. Bi gotina (Xemgîn): ji bo amadekarîyên wê konsêrtê, wan ji berî du heyvan konferansên rojnamevanîyê û kûmbînên hunermendan saz kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *