Pertuka Edebîyata Kurdî ji alîyê komeka vekolerên kurd (Alî Çîftçî, J. Îhsan Espar, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Amed Tîgrîs) ve hatîye amadekirin û belavkirin, ev pertuke bi tipên latînî û zaraveyê kirmancî hatîye nivisîn, di evê pertukê da bas li babetên Edebê kurdî yên cuda cuda hatîye kirin, ji ewan babetan (Edebê kilasîk, filiflor, modêrn, ziman… ).
Armanc ji nivisîna evê pertukê wek vekoleran daye dîyar kirin: nasandina Edebîyata Kurdî ye bi xwendikarên kurd, herwesa ewan gotin ko ew dê liser kar û xebata xo ya xizmet kirina ziman û wejeya kurdî berdewam bin.