Gringe di dema dirustibûna peywendiya sozdariyê bizanî ta çi asit peywendiya te diruste û piştrastî ku te kesek baş û guncayî helbjardiye?

Kes hene, ku gelek peywendiyên sozdaryê hene û nizaen çend ev peywendî rast û dirustin û ka gelo pêdvî bi hindê dike ku berdwam bimîne, ji bo vê mebestê Malperê Birayt Sayd amaje bi nîşanên diyar kirine û ew çend aşkera kiriye ta çi rade ev peywendî raste û hêjay qurbanîdanê ye:
1-Wekxwebûn:
Dema ku dizanî di vê peywendiyê de rastî û ne neçarî kesayetiya xwe biguhorî, belku divê weke xwe reftarê bikî û ew kese jî vê çendê ji te qebol bike.
2-Hurkarên Rojê:
Dişê hemû plan û hurkarên rojê bo bas bikî, bê ku jê dudil bibî yan btirsî.
3_Behiskirina Êşana Borî:
Dikarî di gel wî yan wê kesê qala arîşên borî û yên xêzanê bo bikî, ew jî guhdar be û dan û standinê bi te re bike.
4_Azadî:
Gava ku bawerî di nav beyna we da mezin bû, ku di wî astî de be, bi azadyane reftarê bikî. Bê ku çi tris hebe.
5_ Îmêl û Turên Civakî:
Bişê êmîl û turên cifakî bo wî yan wê vekirî bihêlî bê ku tris hebe.
6_Bawerî û Aramî:
Di gel wî yan wê hest bi baweriyê û aramiyê bikî. Ku bizanî çi deman nabe egerê nexweşiya te û dê bibe rêgir bo gehandina ziyanê ji bo te.
7_Danpêdan bi xeletiyê:
Dema ku xeletiyekê dike dan bi wê xeletiyê bike û ji wê çendê xwe berpirsyar bibîne. Ev çende jî dibe egerê mukmibûna peywendiyê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *