Li roja sêşembê rêkeftî (26/11/2019) Senterê Geşepêdana Karî bi hevkarî di gel Serokayetiya Beşa Derûnnasîya Giştî rabûn bi sazdana berîkaneyeka zansitî bo qutabyên qunaxa dûyê yên Beşa Derûnnasyê. Di berîkanê da çendîn pirsyarên zansitî ji qutabîyan hatine kirin û qutabîyan bi xweşî û bi çêjek zanistiyane berisva pirsyaran didan û hevrikîya hevdu li ser birina berîkaneya zansitî dikirin.
Li dumahîyê giropê qutabyên serkevtî ji layê berêz diktor (Zahd Samî Mihemed) Serokê Beşa Derûnnasîya giştî hatine xelatkirin, herwesa giropê dîtir jî ji diyaryan bê behir nebû, ew jî wergirtina çendîn pertûkên (Derûnî û Felsefî) bûn wek diyarî.