Li roja pêncişembê rêkeftî (14/11/2019) li demjimêr (10:00) spêdê, bi amadebûuna rêzdar pirofîsorê harîkar diktor (LezgînEbdî Cemîl) Serokê Zanîngeha Zaxo û berêz pirofîsor diktor (Yasîn Taha Mistefa) Harîkarê serokê Zanîngehê  bo Karubarên Zansitî û xwendina blind û berêz pirofîsorê harîkar diktor (Karwan Fehmî Samî) Harîkarê Serokê Zanîngehê bo Karubarên Qutabîyan û berêz pirofîsorê harîkar diktor (Newfel Reşîd Hsên) Ragrê Kolîja Pzîşkî û mamosta (Dlîn Edîb Mîro) Rêvebera Senterê Geşepêdana Karî û berêz diktor (Qerenî) Rêveberê Saxlemiya Zaxo û Mamusta û Qutabiyên Zanîngehê û saziyên ragehandinê, Kolîja Pzîşkî bi hemahengî û hevkarî di gel senterê geşepêdana karî û Nexoşxaneya Zaxo ya Giştî dîbeyt û çalakîyeka taybet bi helkefta Roja Cîhaniya (Nexweşiya Şekrê) gêran.

Li destipêkê çendîn peyiv ji layê rêkxer û amadekarên dîbeytê hatine pêşkêşkirin, rêzdaran di peyivên xwe da bas li Nexwşiya Şekrê û egerên peydabûn û çareserkirinê bi şêweyekê zansitîyane kirin. Herweha bi têr û teselî basê pilan û çawanîya rêgrîkirin li belavbûn û zêdebûna vê nexoşiyê hate kirin, di alîyekê dîtir da amaje bi hokarên serekî yên peydabûna vê core nexweşiyê û çawaniya xweparastinê hate kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *