Li roja çarşembê rêkeftî (13/12/2019) bi amadebûna rêzdar diktor (Renc Mihemed Nurî) Ragrê Kolîja Kargêrî û Abûrî û xanim (Çarêtî) Nuynera Rêkixrawa (Qendîl) ya ser bi Neteweyên Êkgirtî ve û Mamosta û Qutabyên Zanîngehê, simînarek taybet li dor kar û çalakîyên Rêkixrawa (Qendîl) li Herêma Kurdistanê bi taybet di nav aware û penaberan da li Hola (Roj) hate pêşkêş kirin.

Li destipêkê Ragrê Kolîjê peyiva bixêrhatinê pêşkêş kir û bas li kar û projeyên bi hevkarî û hemahengî di gel rêkixrawa navhatî encamdayin bi têr û teselî kirin, herwesa amaje bi rolê erêniyê rêkixrawê di harîkarîkirina aware û penaberên kurd û byanî da û xwest li ser karên mirovayetî berdewam bin.

Paşan peyiva rêkixrawê ji layê berêz (Dîndar Salih)Nuynerê Rêkixrawê li Bajêrê Zaxo hate xwendin, navhînayî di peyiva xwe da bas li bizav û çalakiyên rêkixrawê li Bajêrê Zaxo kirin, herwesa kurtîyek li dor giringiya pêkvejiyanê û astê hevdu qebîlkirinê li Bajêrê Zaxo pêşkêş kir.

Cihê amajepêdanê ye, ku tewerê dumahiyê ji simînarê ji bo dana bawernameyan bi ewan kesên hevkarî di gel rêkixrawê kirîn hatbû terxankirin û li dûv da çendîn şitlên daran li Baxçeyê Kolîjê hatine çandin.

Li dumahiyê şandê rêkixrawê seredana Serokayetîya Zanîngeha Zaxo kir û ji layê rêzdar profîsorê harîkar diktor (Lezgîn Ebdî Cemîl) Serokê Zanîngehê hatin  pêşewazîkirin, herwesa her du alyan xweşhalia xwe bi vê seredan û çalakiyê derbirîn û paşan Armê taybet yê Zanîngeha Zaxo bi nuynera rêkixrawê hate dan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *