Li roja êkşembê rêkeftî (27/10/2019) li demjimêr (10:00) spêdê, pirofîsorê harîkar diktor (Lezgîn Ebdî Eemîl) Serokê Zanîngeha Zaxo û pirofîsorê harîkar diktor (Diyar Ebdulkerîm Seîd) Harîkarê Serokê Zanîngehê bo Karubarên Kargêrî û Darayî pêşewazîyek germ li şandê giropê Komxebata Kurmanciyê ya ser bi Enisttîwta Kurdî li Welatê Ferensa li Serokayetiya Zanîngehê kirin.

Li destipêkê Serokê Zanîngehê peyiva bixêrhatinê pêşkêş kir û xweşhaliya xwe bi seredana hevalên giropê Komxebata Kurmanciyê bo Zanîngeha Zaxo derbirî, paşan bi awayekê taybet li dur Rojeva Rojhelata Naverast û prisgirêkên Zimanê Kurdî û çawaniya bi xudanderkevtin li Ziman û Çanda Kurdî axfit. Di layekê din de yê gotinên xwe da Serokê Zanîngehê bas li qunaxên geşe û werara Zimanê Kurdî û xwendina bi Zimanê Daykê kir, herwesa destxweşiyên taybet li endamên giropê navhatî ji ber xebat û mandîbûna wan ya berdewam ku dibe nêzîkî sih û du salan kir û karê wan bi giring û bi biha nirxand.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *