Li roja şembiyê rêkeftî (2/11/2019) Enistîtoya Kurdî li Parîsê bi hevkarî di gel zanîngeha Zaxo û Zanîngeha Kuyeç dê sêyemîn Konifransê Nêvdewletî yê Vekolînên Kurdî gêrin. Hejay gotinê ye, ku Konifransê Nêvdewletî dê bi awayekê rêkxistî li her du zanîngeh bo dema çar rojan bi çendîn penel û simînarên giring û bi amadebûna pispor û ekadîmyên (Kurd û Biyanî) hête sazkirin.

Roja êkê ya konifransî dê çendîn rêwresmên taybet bi amadebûna diktor (Lezgîn Ebdî Cemîl) Serokê Zanîngeha Zaxo û diktor (Aram Mihemed Qadir) Wezîrê wxendina bilind û Vekolînên Zansitî û diktor (Kendal Nezan) Serokê Enistîotiyê hêne encamdan.

Gringe bêjîn, ku di heman roja vekirina konifransî de dê çendîn vekolînên  ji layê ekadîmyên pişkdar di penelên konifransî da hêne pêşkêşkirin. Herwesa biryare li roja êkşembê rêkeftî (3/11/2019) seredana Peristgeha Laleş bihête kirin, paşan li roja duşembê  (4/11/2019) konifranis bi mijar û babetên xwe li (Zanîngeha kuye) berdewam be, herweha di xişteyê konifransî da roja sêşembê (5/11/2019) bo sazkirina geştek kultorî  û dîrokî hatiye terxankirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *