FIRAT CEWERÎ
Dr. Nûredîn Zaza, yê ko di nav koma hevkarên Hawarê de yê herî xort bû, jiyana wî jî mîna ya pir ronakbîrên kurd trajîk; lê bi rûmet, pirhêl, rengîn, bi tecrubeyan tijî û dewlemend derbas bû. Wî ji welêt bêtir dûrî, xerîbî û sirgûnî dît. Ew hê di deh-yanzdeh saliya xwe de mecbûr dimîne, digel kekê xwe Dr. Nafiz cih û warê xwe terk dike, ji ber zilm û zora tirkan, ji ber taqîbkirin û stemkariya polîsên wan nake der, riya azadî û rizgariya xwe di revê de dibîne. Ew û kekê xwe Dr. Nafiz baz didin û derbasî Sûriyê dibin. Ew pêşî diçin Helebê, paşê jî bi alîkariya hin kurdên nas û welathez li Şamê bi cih dibin.

Nûredînê biçûk û kekê xwe demekê ji hev diqetin. Ji ber ko kekê wî doktor bû û welathezekî dilşewat bû, ji bo ko ew alîkariya kurdan bike, wan derman û derzî bike; ya girîngtir jî wan ji nezanî, belengazî, perîşanî û bindestiyê rizgar bike, berê xwe dide beriya Cizîrê û li wir di nexweşxaneyekê de wek doktor û di nava gel de jî wek mamosteyekî azadiyê dest bi xebatê dike.

Nûredînê biçûk, lê yê ko niha di dibistana fransizan de xwendiye û xwe gihandiye, bûyerên Tirkiyê roj bi roj taqîb dike û dilê wî her ji bo gelê wî lêdixe. Loma, bombebarandina dewleta tirk ya li ser Dêrsimê tehmûl nake, ji bo protestokirina van kirinên dewleta tirk, bi hin hevalên xwe re (ku paşê di bin navê Hêvî de komeleyekê ava dikin) li sefaretên hin welatên Ewrûpayê digerin, ji bo piştgiriya gelê kurd û lidijderketina ordiya hov, ji wan alîkariyê daxwaz dikin.

Nûredîn Zaza li gelek welatan digere. Pêşî Sûrî, paşê Iraq, Lubnan û Siwîsrê… Ew di vê gera xwe de, an jî di vê jiyana xwe ya sirgûnê de gelek tade û neheqiyê dibîne. Ew di zîndanên kûr û tarî de hesreta çirûskek roj dikişîne. Ew jiyana wî sirgûnê, tade û neheqiya ko lê dibe wî hê bêtir li xebatê gurr dike. Ew bi Cegerxwîn re dibe yek û bi helbestên wî, ko wê demê ji bo kurdên razayî zengilê şiyarkirinê bû, pê xelkê ji xewa nezanî û kirêt şiyar dike; bi Osman Sebrî re, ko ew jî weke wî mecbûr mabû, welatê xwe terk kiribû û li Sûriyê bi cih bûbû, yekemîn car, di sala 1957an de bingehê Partiya Demokrat a Kurd (P.D.K.) datînin. Berî lidarxistina Partiyê, ew li Ewrûpayê, di sala 1949an de bi hin hevalên xwe re “Komela Xwendekarên Kurd Li Ewrûpa” ava dikin û berpirsiyariya wê jî hildigire ser milên xwe. Bi avakirina vê komelê re gelek êrîş têne ser Nûredîn Zaza. Ev êrîş ne bi tenê ji welatên dagîrker, herweha ji komunîstên dogmatîk yên welatên dagîrker jî dihatinê. Van celeb komunîstan Nûredîn Zaza bi nasyonalîstî sûcdar dikirin û xwe jî bi înternasyonalîstî didane pêş. Lê, ew înternasyonalîstiya wan, hindik ba jî, dîsan gelê kurd jê destekewtî nedibû û jê bi qasî misqalekî fêde nedidît.

Nûredîn Zaza di sirgûnê de her sirgûn dibû, xwe nedida dest, dîlî û bêdengî nedipejirand; her li ber xwe dida, her dixebitî… Wek mînak; li Sûriyê partî danî, li Swîsrê komele ava kir û rojnameya bi navê “Dengê Kurdistan” derxist, li Bêrûdê berpirsariya radyoya kurdî, ko bermaya Mîr Kamiran Bedir-Xan bû, girt ser milên xwe.

Vî ronakbîrê kurd ê bi rûmet, tu carî li ber zilm û zorê, neheqî û pîkoliyê serî dananî. Lê mixabin, kansera kambax pençê xwe avête vî camêrê rûspî, seriblind, zana û têgihiştî û li xerîbiyê serê wî danî. Vê zerara mezin dostên kurdan xemgîn û dijminên wan jî dilşa kir.

Dr. Nûredîn Zaza heta bi wefata xwe jî li Swîsrê dima. Ew li wir bi jineke swîsrî re zewicî bû û bavê lawekî bû. Ew li welatê xwe yê sirgûnê doktora xwe li ser “Herikîna Personalist di ramana fîlosofê fransiz Emmanuel Monnier” de dike û ji bilî xebatên xwe yên milîtanî û siyasî jî gelek bend û nivîsên bi kurdî, erebî û fransizî dinivîsîne û pirtûkeke helbestan bi navê “Şerê Azadî“ çap dike. Du pirtûk jî bi fransizî “Contes et Lé gendes du Kurdistan” û “Ma vie de Kurd” derxistine. Romana Ereb Şemo wergerandiye, destana kurdî “Memê Alan” digel pêşgotineke dirêj û bedew amade kiriye û hê jî gelek tiştên wî yên neçapkirî hene.

Lê, digel hemû tiştan, digel xebatên wî yên siyasî, nivîs, bend û pirtûkên wî jî, dîsan ji bo min tiştên herî balkêş li ba Nûredîn Zaza, çîrokên wî ne. Ew di aliyê nivîsandina çîrokan de xurt, têgihiştî û li gorî dema xwe nûjen bû. Hê di bîst û du saliya xwe de gava çîroka wî ya yekemîn “Xurşîd” di kovara Hawar, hejmar 27, 15 Nîsan 1941ê de derketibû, ez bawer dikim wê pir kêfa xwendevanên Hawarê hatibe.

Ev çîroka wî ya ko di bin navê Nûredîn Ûsiv de hatiye nivîsandin, di derheqa peyakî bi navê Xurşîd de ye. Xurşîd dewlemendê gund e. Rojekê ji vî dewlemendê gund re lawek çêdibe. Ev camêr ji bo navê lawê xwe diçe mala meleyê gund. Mele peyakî welathez e û navê wî Cemşîd e. Ew vî navê xwe yê şîrîn diyarî lawê Xurşîd jî dike. Xurşîd bi vê yeka han pir dilşa dibe û bi kêfxweşî ji ba melê dide rê û diçe malê.

Piştî şanzdeh salan, ji bo ko lawê Xurşîd, Cemşîd, bi serfirazî dibistana xwe xelas dike, bavê wî ji bo dayina mewlûdekê dîsan diçe nik melê. Mele dîsan bi rûkenî Xurşîd qebûl dike û ji bo serfirazî û zîrektiya lawê wî mewlûdeke kurdî dixwîne.

Piştî heşt salên din, vê carê jî Xurşîd ji bo mehra lawê xwe diçe mala Melê. Mele bi kêfxweşî mehra wî jî dibire. Heya berî ko kurê Xurşîd, Cemşîd, bi dû destikên keştiya xwe di avê werdibe û difetise, Xurşîd wek xortekî bextiyar e. Ew dilşa ye, bi hêvî ye, xurt û li ser xwe ye. Lê piştî windakirina kurê xwe, yê ezîzê ber dilê xwe, Xurşîdê weke çiyayekî dikeve, kal dibe, rû lê diqermiçe, pişt lê ditewe û por û rih lê spî dibin. Û bi wî awayî diçe ba melê, bi stûxwarî wê nûçeya reş digihînê. Meleyê ko hem zane ye û hem jî welathez e, Xurşîd teselî dike, ew bi zanebûna xwe û Xurşîd jî bi malê xwe bi xortên gund re dixebitin, xwestina Cemşîd tînin cih, wan didin xwendin û daweta çil xortên hêja û miletperwer, digel ko Xurşîd di sergovendê de ye, çêdikin.

Di hezîrana 1941ê, di hejmara 29an de jî bi navê “Derketî’ adaptationeke Nûredîn Zaza heye. Ev çîroka ko bi bêhnekê tête xwendin û weke helbesteke bedew diherike, li ser derketiyan e.

Derketî; ew kesên ko ji welatên xwe derketine, terka welatê xwe kirine, bi çol û çepelan ketine û ji xwe re li dûriyê li starekê geriyan e. Mirov di vê kurteçîrokê de dibîne ko dûrî çiqas xweş be jî, dîsan mal, yanî welat xweştir e. Xwarin, lixwekirin, vexwarin, xweza û stranên welêt bi mirov xweştir û şîrîntir in.

Di eynî hejmarê de, yanî di hejmara 29 ya 10ê hezîrana 1941ê de çîrokeke wî bi navê “Gulê” heye. Gulê mêrê xwe, yê ko bêî dilê wê ye dikuje, paşê bi qiralê çiyan, Qoçoyê Pola re derdikeve çiyê. Gulê jineke bejinzirav, spehî, şîrîn û mêrxas e. Lê di çavê gundiyan de jineke qehpik, bênamûs û xerab e. Qoçoyê Pola ko gelek xerabî û rêbirrî kiriye, ji bo ko êdî li hemberî dijminê gelê xwe şer bike, di hizûra gundiyan de sond dixwe.

Nûredîn Zaza hatina Qoço wilo salix dide:

“Gundî di mêvanxana Reşo de rûniştibûn û daxiftin. Dijmin ji gund bi tenê qonaxekê dûr bû, nixta gundê Şadiya di nêzîk de wê biketa axa bav û kalan.

Herkes diponijîn û li çarekê digeriyan. Ezman girtî bû, bandevekê ji reşiya şevê re hîn bêtir tirs dida. Di vê gavê de derî bi şidet vebû; qiralê çiyan, Qoçoyê Pola bi heşt mirovên xwe ve kete hundir. Cilên wan şil bûn, av di tivingên wan de dihate xwarê. Gunidyan gişan da ber qîran: Poloyê kurd, sergevazê çiyayên Kurdistanê, fermo”.

Qoço bi çil gundiyan ve li hemberî dijmin kemînê vedigirin û bi hêrs û rik li hemberî dijmin şer dikin. Gulê radihêje xencerekê û demekê winda dibe. Paşê gava di reşayiya şevê de ji hember tê, gundî û Qoço wilo têdigihîjin ko Gulê ew xistine xefka dijmin; loma gundî Qoço hêrs dikin û Qoço jî berê tivinga xwe bi Gulê vedike û bi hêrs berdidiyê.

“Berikê wek qîrekê tariya şevê çirand û armanca xwe a zirav wek çarşeveke hevrîşim raxiste erdê”.

Lê paşê gava zora dijmin dibin û li gund vedigerin, di malekê de tiştekî ecêb dibînin.

“Serê zabitê dijmin ji laşê wî hatibû birrîn û xencer bi xwîn bû… Di kulma zêbit a guvaştî de gurzek porên Gulê ên zer pêl didan”.

Gava qiralê çiyan, Qoçoyê Pola, vê mêrxasî û binamûsbûna Gulê dibîne û bi rastiyê dihese, rohnî di çavan de namîne, radihêje xencerê û bi bayê bezê derdikeve û nema xuya dike.

Çîroka “Keskesor” jî di derheqa serîhildana Şêx Seîd de ye. Ev çîroka ko bi forma kesê yekemîn hatiye nivîsandin, xuyaye bîranîneke Nûredîn Zaza ya zaroktiyê bi xwe ye.

Nûredîn zarok e, diçe dibistana tirkan. Tam di destpêka biharê de ye. Yanî gava êdî zivistan cihê xwe ji biharê re û sarî jî cihê xwe ji germê re dihêle, Nûredîn guhertinekê di mirovan de dibîne, tiştin dibin. “Gelo ev çi ye, çi dibe?” Nûredînê xwendevan ji xwe dipirse. Lê paşê ji çûyin û hatina mezinan, ji tevgera wan, ji rabûn û rûniştina wan, ji peyv û gotinên wan têdigihê ko şerek dike dest pê bike; şerê kurdan, serîhildana wan li hemberî dewleta tirkan. Têkoşerên kurd demekê baş li ber xwe didin, xwe ji ber êrîşên dijmin diparêzin û paşê jî dijmin ji bajarê xwe derdixin.

Zaza vê yeka han wilo salix dide:

“Esker top mitralyozên xwe berdidan û direviyan. Mezinên bajêr yên ko berê berberî bi hev re dikirin, li hev dihatin û çek didan mirovên xwe”.

Şerkerên kurd yên ko ji bajêr derketibûn û dabûn ser pişta dijmin, milet bê sebir li bendî vegera wan e. Dû re gava pêjna hatina wan dikin, “Hatin, nêzîk bûn, kurd hatin” dibêjin. Ev yeka han zû di nava bajêr de belav dibe, her kes pê dihesin “Xort û mêr bi çekên xwe ve, hin bi dehol û zirne, hin siwar, hin peya; bi hezaran û bi dengê her bijî kurd! Her bijî Kurdistan! Her bijî serbestî!” ve pêrgî şervanên xwe tên.

Xuya ye ev azadî û kêfxweşiya milet zêde dom nake. Dijmin bi hemû hêza xwe ve digere ser wan; kêfxweşî û dilşahiya wan li wan dike dûjeh, wan şerpeze dikin. Yanî wê azadiya ko wan ji bo kurtedemekê bi dest xwe xistine, bi hovîtî ji wan distînin.

“Ala rengîn, şan û rûmeta me çirandin, avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn. Ziman û stranên kurdî bend kirin û tirsek dijwar xistin dilê xelkê”.

Çîroka bi dû vê de jî ya bi navê “Stêrk” e. Stêrk çîrokek evînî ye, ji “Les Étoiles”, D’alphose Daudet adaptation e. Ez dikarim bêjim ko ev çîrok yek ji çîrokên bi kurdî ya herî xweş û bedew e ko min xwendiye û jê hez kiriye. Ev çîroka ko gelekî nêzîkî realîzmê ye, lê di eynî demê de pirr romantîk e, di derheqa şivanekî û keça axê, Mijganê de ye. Di derheqa evîna wan de ye, an jî di derheqa evîna şivên ya nîvplatonîk de ye.

Ew xortê diltenik, dilketiyê Mijganê, li ba bavê wê şivan e. Cihê şivên bi qonaxekê dûrî mala axê ye. Ew di xaniyekî mîna holikekê de dijî û ji panzdeh rojan carekê xwarina wî jê re diçe. Piraniya caran, pîrê, ko ew jî li ba mala axê xizmetkar e, xwarina şivên jê re dibe. Rojekê pîrê ne hazir e û kesekî din ko bikaribe xwarina şivên jê re bibe tuneye, ji ber vê yekê keça axê, Mijganê, digel xwarina şivên ya panzdeh rojan li hespê siwar dibe û berê xwe dide zozên, ba şivên.

“Mijgan bi bejna xwe ya zirav û narîn, bi çavên xwe yên çeleng û bi cilên xwe ên xemilandî û giran spehîtî bi xwe bû. Ciyê wê bajar, xaniyên delal û îşê wê govend, reqs û stran bû; lê ne çiya, rêl û qantir bûn.”

Gava şivan bi wî awayî çav li Mijganê dikeve şaş dibe, bi çavên xwe bawer nake.

“Mexlûqa çeleng! Çavên min jê nedibûn. Cara pêşî min ew ji pir nêzîk de didît. Niha ew li ber min sekinîbû û tenê ji bona çavên min bû”.

Lê ew yeka han ji şivên re ne ewçend hêsan bû. Ya ko ew di xewn û xeyalan de lê difikirî, niha li ba wî, zadê wî yê panzdeh rojan jê re anîbû. Ji ber vê yekê jî ew şaş bûbû. Gava ew pê re dipeyivî jî, dilê wî hildavêt, hişê wî diçû û qirika wî dihate girtin.

Ji ber ko baran tê û çem weke lehiyekê radibe, Mijganê nikare li çem bixe, derbasî aliyê din bibe û here malê, loma bi tirs ber bi şivên ve vedigere. Şivan vê mêvana xwe ya ezîz bi dilxweşiyeke bêhempa qebûl dike, ji bo ziwakirina kincên wê jê re agirekî dadide, di wê navê de jî jê re xwarinekê û tasek şîr amade dike. Paşê jî jê re ji pûş û ji postê mihê cihekî razanê çêdike.

Ew yeka ko ji bo şivên bi tenê xewn û xeyal bû, niha rastî bi xwe bû. Loma jî wî “tu caran ezmanek mîna ezmanê wê şevê kûr û stêrk wek yên wê şevê geş nedîtibû”.

Keça axayê wî ye, şeveder maye û xwe spartiye wî. Şivanê diltenik ji evîna wê pê ve li tu tiştekî din nafikire. Yanî li gor gotina şivên, “Li tiştekî xerab nafikire’’.

Xuya ye di wê holikê de li ser wî pûşî xewa Mijganê direve, ew radibe ser xwe û derdikeve der.

“Deriyê holikê vebû û weke hîva çardehşevî keçika delal jê derket”.

Di hejmara 35’an a kovara Hawarê de jî çîrokeke Zaza bi navê “Perîşanî” heye. Perîşanî ya li ser xeyalekê hatiye avakirin, wilo dest pê dike:

“Li taxa mahciran, ji oda xwe temaşa baxçeyên Şamê dikim. Ji nişkê ve zozanên Kurdistanê ên bilind, bi dar û avên cemidî tên bîra min. Ez xwe li wê derê, li ser kanîkê, li bin daran dibînin.” Û wilo dom dike, di van xeyalan de kûr diçe, digel xweşî û spehîbûna Kurdistanê, ew zilma leşkeran, stemkariya wan, perîşanî, belengazî, paşdemayîn û nezaniya kurdan û welatê wan dibîne û di vê rêwîtiya xeyalan de dîsan bi paş de tê Şamê, dikeve oda xwe û li ber pencera xwe xuya dike. Bê hemdê xwe keserekê dikişîne û ji xwe re dibêje:

“Nezanî…Nezanî…Nezanî…”

Hevîna Perîxanê jî di hejmara 37an a Hawarê de weşiyaye. Çîroknivîs vê bûyerê ji destpêka sedsala 19an distîne. Ev evîn ne evîna ko em pê dizanin, ne evîna xortekî ye. Evîna Perîxanê evîna welêt e, evîna gelê wê ye. Evîna bavê Perîxanê jî evîna gel bû, evîna welêt bû. Lê bavê wê yê girs, çeleng, dewlemend û miletperwer di ber vê evîna xwe de şehîd dikeve. Şehîdketina bavê Perîxanê gelekî tesîrê lê dike, dilê wê yê tenik perçe dike. Loma ew dixwîne, xwe digihîne, bi dil û can û bi bawerî dide ser riya bavê xwe. Di demeke kurt de gelek mirov li dor xwe dicivîne û dibe serok û şîretkera wan. Lê mixabin, ew jî mîna bavê xwe ji wê evîna pak re dibe gorî, lê ji aliyê din jî li ser riya hizir û ramana wê kurd cih bi cih rizgar dibin.

“Nûçeyên serdestiya Kurdistanê dihatin. Xelkê hêstirên şîn û şahiyê dirijandin û giyanê Perîxanê di tava ala rengîn de diçirisî û ji giyanê bavê xwe re dikenî “.

Nûredîn Zaza di hemû çîrokên xwe de zimanekî sivik û zelal bi kar aniye. Ez bawer nakim wê tu xwendevan di xwendina van çîrokan de zehmetiyê bikişîne. Digel sivikbûn û zelalbûna zimên, gava mirov temenê wî û dîroka nivîsandina van çîrokan jî dide ber çavan, mirov dibîne ko Zaza xurt û jêhatî bû. Ger di nivîskariya wî de berdewamî hebûya, ew dikarîbû bibûya nivîskarekî dema me yê bijarte. Lê mixabin, ji ber gelek sedemên nas û nenas, mîna piraniya endamên ekola Hawarê wî jî berhemin kêm li dû xwe hiştin. Lê her çawan be, ev kêmberhemên wî jî ji bo rohnîkirina dîroka kultur, siyaset û edebiyata kurdî, şewqek e. Nemaze, wê di dîroka edebiyata kurdî de cihekî çîrokên wî yê taybetî hebe.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *