(Osman Sebrî, 1956)

Wa ha!
Va ye hat ba!
Hu…v…
Hu…v…
Geh bayê reþ,
Geh bayê kur,
Çiya.
Newal,
Zimag
Bi hev re yek deng
Dikin gure gur
Du bayên sar
Radihêjînin
Giya û dar.
Hu…v…
Hu…v…
Yek ewran dicivîn
Ê din ji hev direvin,
Dikin þer
Bi awir.
Yek bûye Hurmiz
Rûgeþ û li ken.
Ê din bêmirês
Wekî Ehreman.
Li rûyê erdê,
Di nava ezmên
Ewrên reþ
Ewrên gewr,
Rast û çep
Diçin tên
Herdu bayên ha,
Bi xurtî û þîn
Hevdî kol dikin
Wek du dêvên dîn
Herdu ba,
Bi vî halê ha,
Dikin þer,
Dikin ceng.
Dinya ser û bin,
Hawîr bûye deng,
Guvvîn!..
Gujjîn!..
Gurmîn!..
Diheje cîhan,
Diheje zemîn.
Bayê kur,
Ji bakur,
Bi leþkerekî xurt,
Bi leskerekî gurr,
Bi pêlan,
Bi kilan,
Dajo ser neyar,
Wekî gurê har
Da ku bi derxe
Di nav cih û war.
Dikin þer,
Dikin ceng.
Gujjîn!..
Guvvîn!..
Gurmîn!..
Ji her alî deng.
Ji her alî þîn
Holê bi xurtî
Bi zirt û halan
Ew rûyê erdê
Her dikin talan.
Þopa wan xopan,
Þopa wan bi xwîn.
Þûna tajangan
Tev dibe birîn.
Tertilî Hurmiz
Ji ber Ehreman;
Derket ji qadê
Hê jî rû li ken.
Sist bû bayê reþ
Derket ji meydan.
Bayê kur bi zor
Himbêz kir cîhan,
Bakur
Wergirî
Holê bû Bahoz.
Cîhan
Seranser
Bû dûman û toz.
Dinya ma li ber
Dêwê har û reþ
Kambaxker e ew
Mêrkuj û keleþ
Ji bo demekê
Cîhan ma bi wî.
Dibûne Xwedê.
Di nav wî cî.
Xudakî bêvac,
Xudakî cebbar,
Karê wî kambax,
Gelek zînatkar.
Heyhat!
Heyhat!
Vî bayê bêbav,
Cerg û hinav pat,
Bahoz,
Bê doz.
Wekî Ruhistîn
Bi ser me de hat.
Bahoz!
Bahoz!
Rûyê erdê tev,
Bû dûman û toz.
Stûn bi stûn
Gihan ber ezman
Ricifîn û lerizîn.
Gihaþte cîhan
Boblat,
Boblat…
Ev çi bela bû
Bi ser me de hat?

Çiya û zimag,
Rêl û gov û þag,
Avahî, xirbe,
Bajar, qesebe,
Dar û ber, giya,
Zinar û qefa,
Tev bi hikmê ba
Dilerizin,
Dihezin,
Diricifin,
Ji tirsa;
Ji ber ba.

Çi erd û çiya,
Çi av û derya,
Ji ber hingên bê
Dikevin tayê.
Daran hil dike,
Qefan gêr dike,
Xanî têne xwar,
Dibin tar û mar.
Li rûyê erdê
Meriv tinawir
Geþtî di derya,
Li jor balafir.
Rê li ber tevan
Winda bûye her
Hin dibin tine,
Hinek jê sêser.
Hewar!
Eman!
Ji her alî tê.
Deng ji xweyî can
Bi þîn û girîn
Feryad û fîxan
Nizanin biçin kû
Dehbe û insan!

Bahoz!
Bahoz!
Cîhan reþ, tarî
Tev dûman û toz
Rêzana dinê
Li hev xist yek car
Derya li hev ket.
Çiya hatin xwar.
Ev dema hindik
Gelekî dirêj
Hemî þewiþîn
Bûne mest û gêj.
Deverû ketin,
Nema kes rabû,
Ezman wergerî
Bi ser me va bû,
Cîhan ser û bin
Li jêr û jor,
Tev de bûn xopan
Welat û sînor.
Hemî sernexun.
Çi xurt û Çi jar,
Li rastekê man
Dewlemend, zîvar.
Ji min ku nema
Kesek di cîhan
Ser rûyê zemîn
Tev bû goristan.

Hînga,
Hê tê ba;
Bakî bê eman
Her dike wêran.
Ji niþ bi derket
Peyakî reþkal,
Li serî koloz,
Bi þapik û þal.
Hilmiþtî, sivik
Û çalak û þeng,
Him bi zend û bend
Xweþmêr û çeleng
Rûgeþ û xwîngerm
Gelek sergiran,
Sergevaz û xurt,
Fêris û hozan,
Bi semt û suhun,
Xurtî û tewat,
Berê xwe dida
Navçeya welat.
Wek Rustem,
Wek Guhderz,
Bê telaþ û bez,
Bi vîn,
Bi þîn.
Di nav kûntarên
Zagros dimeþin.
Berê wî li jor.
Bawermend û xurt
Alek kesk û sor
Bi destê xwe girt.
Ne toz û dûman,
Ne ba û bandef
Nikarin badin
Berî ji hedef.
Bê tirs û perwa,
Bi dilekî geþ
Berê xwe dabû
Bahozê keleþ.
Welê cû gazê,
Bi ketin û west
Ala kesk û sor
Li darekî best
Berê
Bi awir
Berî da cîhan.
Dema
Ku wî dît
Hemî perîþan…
Dilê xwe êþand
Wî li ser beþer
Digot: Ji bo çi
Bûn hevalê þer?
Dema ku þer tê
Tev de direvin
Hole deverû
Nexûn dikevin.
Mixabin!
Çi kirêt!
Serî datînin
Bê þerm û fihêt…

Ew bayê mêrkuj,
Bahozê xwînxwar
Ku cîhan hemî
Dikir tar û mar,
Li pêþ suhna wî,
Reþkalê rûgeþ,
Paþpê direvin
Ew dêwê keleþ.
Mandî xuya bû
Gelek, Ehreman.
Hurmiz ajot ser
Hê jî rû li ken
Piþtî ku revand
Wî sînga bahoz
Cîhan vala bû
Ji dûman û toz
Darê xwe hilda
Bi ala rengîn
Sînorê welêt
Ji nû ve danîn.

Pistî ku revî
Ew dêwê keleþ
Zîvirî meydan
Dîse bayê reþ.
Lê vê car bi ten
Xebata xwe kir.
Hilma du derya
Û erdê rakir
Li rûyê ezmên
Wî ewr civand
Çi res û çi gewr
Li hev gerandin,
Berê
Pir sivik
Dibarî xunav
Paþê
Girankir
Daxist tav bi tav
Çendakî welê
Rûyê erdê þûþt
Qirêj û gemar
Nehiþt tev de miþt.
Ewrên di ezmên
Ava xwe rijand
Rûyê cîhanê
Yekerû divejand.
Kulîlk û giya,
Rêl û dar û ber
Tev serî hildan
Þîn bûn seranser.

Hînga
Di cîhan
Neman pîs.
Tev delal û rind.
Wêran,
Xopan
Ava bûn
Çi bajar û gund,
Qeliya tovê
Þerxwazên teres.
Neman ew dûpiþk,
Mirin ew nakes.
Piþtî mirar bû
Ehremanê mar.
Þewitî di nav
Potên kolîdar.
Rabûn,
Dilgeþ,
Yekdest
Karker û cotkar,
Kolan
Gorek
Pir kûr
Ji bo kolîdar.
Jê re
Danîn
Kêlek
Mezin û giran
Li ser
Nivîsîn:
“Li vir
Radizê Þeytan.”

Dinya bi xweþî
Ji nû ava bû.
Zîvar, cewêlek
Dilgeþ û þa bû.
Rêzan, þêwrewî
Tev aþîtîxwaz
Di nav wan neman
Birçî belengaz.
Cîhan,
Ji nû ve
Holê bû buhuþt.
Delal û þêrîn
Vê car
Dikarin
Reþ û gewr,
Sor û zer
Bi hev re bijîn.
Bijîn
Bi xweþî,
Bi rûmet
Bi þadî û ken!
Hurmiz
Bû serdest
Her û her
Li ser Ehremen.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *