Kozmonotê ji Sovyetê Aleksey Leonov ku wekî yekem mirovê li fezayê meşiyaye tê hesibandin di 85 saliya xwe de mir. 

Navenda Perwerdehiyê Kozmonotî ya Yuri Garagin îro ragihand çapameniyê ku Leonov miriye. Leonov demek li Nexweşxaneya Burdenko ya li Moskovayê hatibû dermankirin lê rewşa wî giran bû.

Leonov îsal di meha reşemiyê de ji ber nexweşiya şekir hatibû emeliyetkirin û ji wê rojê de her diçû nexweşxaneyê û vedigeriya.

Leonov di sala 1960’î de li Yekîtiya Soveyetê ji bo koma kozmonotî hatibû hilbijartin. Yekem firîna xwe ya ji bo fezayê di 18’ê adara 1965’an de bi keştiya bi navê Voshod-2 ligel Pavel Belyaev pêkanîbû. Kozmonotê navdar di sala 1965’an de li fezayê ji keştiya fezayê daketibû û tam 12 deqîqe û 9 saniye meşiyabû.  Di vê meşê de 15 metre ji fezayê dûr ketibû û vegeriyabû. Bi vê yekê di reqabeta çûyîna fezayê û xebata wir de Yekîtiya Sovyetê derketibû pêş DYA’yê.

Diyarname

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *