Helbest; celadet elî bedirxan

piyana jiyana min hêj tejî û dagirtî şikiya

emr û hestiyên min pê keserên giran heliya.

hêstir û girîn, ax û zarîn,

ji derdê mirinê re ne tu derman in.

siha mirinê bi ser serê min de tê;

saeta min a dawîn lêdide;

mirininê li nêzîkî min kiriye;

xuya ye; ez ê bibim mêvanê ax û qebrê

ma ez çi bikim?

tiştek li destê min nemaye

an girîn, an stran û dilxweşî.

ez ê bistirêm !…

ko hêj dest û tiliyên min,

ji darê tenbûra min hê sar ne bûne.

ez ê bistirêm !…

mirin min dixapîne û dilorîne;

ez bûm, cîranê mirinê;

dengê wê ê zîz û giran tê;

û dikeve guhê min,

gava saz dişkê ;

teqîn jê tê ;

mîna teqîna tifingekê.

çira berî mirin û vemirandinê,

bi şewq û lehba xurt dibiriqe;

roj berî roavayî

hîn mezintir û pehintir dibe.

bi tenê em; însanê qels û reben

li ber mirinê,

hîn feqîr û belangaztir dibin,

rojên xwe ên borî tînin bîra xwe,

û wan dihejmêrin;

ax û ofa dikin û didin girî

ma rojên borî çi ne?

ma kengê hêjayî girîn û hêstir in?

rojek e, dîsa rojek e;

saetek e, dîsa saetek e;

yê ko tê mîna şev û roja borî ye.

carna êş û xebat û kêf û şahî;

carana ax û of û girîn;

carna di nav gul u gihê,

carna di nav ax û herî;

û dawî…

şeva tarî bi ser me de tê.

yên ko ji nezanî û timakariyxwe

dest davêjin salên berî û rojên borî

û wan roja di bîra xwe tînin

destê xwe vedikin û parsekiyê dikin;

wê bibînin

emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê;

wê seh bikin;

hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e.

jo bona min

ko tu cara rehê xwe erdê ne da

çûyîn; bê girîn û zehmet e;

ez ê herim

mîna pelekî sivik

ko ba ji darê diweşîne

ez ê herim bê ax û zarîn;

bê şîn û girîn.

girîn û hêstir ji bona çi?

ez ê herim!

mîna ba û bablîsokê,

mîna av û ronahiyê.

xwedê dilê min

li ser sindiyana jiyînê danî;

û bigirane û zompên qehr û xweşiyê

lê da.

qehr û qîmeta saxiya min çi ye?

dilê min ji dinyayê sar bûye;

lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim

heta ko bikarim

li ser rêka hêja bimirim;

xwe bidim kuştin.

şeva tarî bi ser min de tê.

ez mêvanê gor û tirba me;

lê ez ê bistirêm!

ko hêj dest û tiliyên min,

ji darê tenbûra min sar ne bûne.

ez ê bistirêm!….

berî mirinê

ax û zarîn, şîn û girîn ji bona çi?

ez ê bistirêm!

ko hêj dest û tiliyên min

ji darê tenbûra min sar nebûne.

ez ê bistirêm!

strana azahî û serbestiya welatê xwe,

û dengê stran û tenbûra min

li çiya û zinara,

li deşt û zozana;

wê deng bide

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *