Hunermendê muzîkê yê kurd ê navdar Kayhan Kelhor ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava konsera xwe ya li Stenbolê betal kir.

Kayhan Kelhor ji rojhilatê Kurdistanê ye û xelata muzîkê ya muhîm Grammy jî di nav de li dinyayê gelek xelat girtine. Kelhor 13’yê vê mehê ligel Erdal Erzîncan li CRR’ya Stenbolê dê konserek bi navê “Ji Xorasanê heta Anadoluyê” bida, lê Kelhor konsera xwe betal kir. Kelhor êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava şermezar kiriye û ji bo vê yekê konsera xwe betal kiriye. Kelhor di konserek xwe de eşkere dike ku ji bo şermezarkirinê konsera li Stenbolê betal dike. Kelhor wisa got: “Ez stara xwe ya dawî bi kurdî ji bo zarokên kurd ên di vî şerî de distrêm. Ez hêvî dikim rojek emê li dinyayake bêşer de bijîn. Ez hêvî dikim emê bibînin ku zarok li nav nivînên ger de radizên. Bi rastî ez nikarim biaxivim, nizanim çi bêjim. Û ev strana me ya dawî bila diyarî zarokên kurd be.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *