Trwama di pênaseyek asayî de û bi dîtna derûnnasiyê birîtî ye ji wê nearamyê û kartêkirinê û zهyanên derûnî ji encamê hهnek bûyerên ji dervey derûnî dirust dibin. Bo nimûne cidabûn, lêidana tirombêlê, ji encamê şer e cengî û her bûyereki ku mirovî bêxe di rewşek nexweş û tiris de.
Bi dîtna Patolocyê Trawma behsê azaran dike ku ji encamê azarek cesteyî tûşî mirovekê dibe. Heta demek dirêj bi wê azarê re dinale. Bo nimûne, qotan, îşkence, rûdana hatinûçûnê.
Bi dîtna Pizîşkî, Trwama ew hemû hereşên ruhî û leşî dirust dikin. Bi ramanek din Trawma birîtî ye hevkarî nekirin di dema karesatekê de. Ku ger kesê nêzîk li hana wî nehêt û wî ne parêze, li wî çaxî derûn aloz dibe û tûşî vê rewşê dibî.
Corên Trawmayê:
Corê êkê: Birîtî ye ji Trawkaya sivik, ku ji encamê bûyerek neçaverêkrî rû dde, mîna rûdanek hatinûçûnê û hitid…
Corê duyê: Trawmaya girane, ku birîtî ye ji wan bûyeran ewên ku bi şêweyek sîstematîk û berdewm rûddin, mîna îşkence, ceng, giranya cengî, jiyana êxsîryê di dema cengî de, hinek ji van Trawmayan dibin postitrawma.

Nîşanên Trawmayî:
Ew kesên tûşî Trawmayê dibin pir bihênteng in, tûşî helçûnê dibin. Zû hêrs û ture dibin. Dilê wan bilez lê dide. Demarên laşê wan stûr dibin. Neşên bi başî bîr bikin, serê wan aloz dibe. Zû diwestin, di biryarê de pêdvî bi demek drêje.mewdayê hizirkirina wan ji mirovek asayî tengitre. Hûrmunên wan têk diçin. Hest bi şermê dikin û xwe li beramber rûdanan gunehkar dibînin. Tûşî xemokî û bêhîvîbûnê dibin. Tûşî tirsê dibin. Xwe ji civakî veder dikin. Ew kesê tirwamadar be ji destê kêmxewîy dinale.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *